Asya Ebdellah: Armancên Tirkiyê dê heta parçeyên din ên Kurdistanê dewam bike

Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Ebdellah got ku Tirkiyê biryara agirbestê têk bir û da zanîn ku armancên dagirkirinê ên Erdogan di Rojava de hene dixwaze pêk bîne û heta parçeyên din  ên Kurdistanê dewam bike.

Asya Ebdellah: Armancên Tirkiyê dê heta parçeyên din ên Kurdistanê dewam bike
Asya Ebdellah: Armancên Tirkiyê dê heta parçeyên din ên Kurdistanê dewam bike
Asya Ebdellah: Armancên Tirkiyê dê heta parçeyên din ên Kurdistanê dewam bike
Asya Ebdellah: Armancên Tirkiyê dê heta parçeyên din ên Kurdistanê dewam bike
Asya Ebdellah: Armancên Tirkiyê dê heta parçeyên din ên Kurdistanê dewam bike
Asya Ebdellah: Armancên Tirkiyê dê heta parçeyên din ên Kurdistanê dewam bike
20 cotmeh, 2019   11:08
QAMIŞLO

Endama Koodînasyona Kongreya Star Asya Ebdellah dema ku beşdarî meşa şermezarkikrina êrîşa Tirkiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê de axivî. Meş îro li navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo dest pê kir, di meşê de sedan şêniyên navçeyê beşdar bûn.

Meş ji Qada Şehîd Cîhad a li navenda navçeyê dest pê kir, şêniyan wêneyên şehîdên QSD`ê ku di şerên dijî çeteyên DAIŞ`ê û dagirkeriya Tirkiyê de şehîd bûn hildan, her wiha wêneyên qûrbaniyên komkujiyên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne hildan û dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD`ê berz kirin.

Li pêşiya navenda Saziya Malbatên Şehîdan meş veguherî mîtîngê, paşê Endama Koodînasyona Kongreya Star Asya Ebdellah axivî û wiha got: "Armancên Tirkiyê li ser herêmê zelal e, ew hewl dide çeteyên DAIŞ`ê bide vejandin û hewl dide bigihêje çeteyên xwe, piştî ku QSD`ê ew têk birin."

Asya Ebdellah diyar kir ku armancên artêşa Tirk a dagirker û serokê wê Erdogan hene hewl dide ku li herêmê pêk bîne û niha hewl dide ji Rojava û heta hemû parçeyên ên Kurdistanê pêk bîne.

Asya destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê heta niha biryara agirbestê pêk neanî ne, heta niha herêmên Bakur û Rojhilatê û Sûriyê bombebaran dike, ev yek jî îda û derewên siyaseta Tirkiyê ji herêmê re û paşguhkirina helwestên navneteweyî radixe ber çavan.

Endama Koodînasyona Kongreya Star Asya Ebdellah di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelên herêmê kir ku bi hev re li dijî destwerdana Tirkiyê bisekinin û siyaseta wê ya dagirkirinê vala derxin.

(jo)

ANHA