Mihemed Elî: Dewleta Tirk agirbestê binpê dike

Endamê Desteya Siyasî ya Meclisa Sûriye Demokratîk Hesen Mihemed Elî destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker tevî agirbestê topbarankirina bajar û jîngehan  didomîne. Her wiha banga vekirina korîdorên mirovahî ji Serêkaniyê re kir.

Mihemed Elî: Dewleta Tirk agirbestê binpê dike
19 cotmeh, 2019   14:34
REQA

Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo nirxandina geşedanên nû li ser astên siyasî û leşkerî, bi taybet mijarên girêdayî berdewamkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker û lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rejîma Sûriyê de civîneke berfireh li dar xist.

Civînek li hola Tac a li Reqayê bi tevlîbûna şêniyên Reqayê û saziyên sivîl û civakî li dar xist.

Endamê Desteya Siyasî ya Meclisa Sûriye Demokratîk Hesen Mihemed Elî di civînê de axivîn, behsa lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê de kir û got, ew lihevkirin leşkerî ye û hêzên rejîmê tenê di herêmên sînor de bin ên ku li ser hatiye lihevkirin. Ev herêm dewleta Tirk a dagirker armanc dike dagir bike.

Mihemed Elî diyar kir ku slogana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bingehîn yekitiya axa Sûriyê ye, têkoşîna hevpar a li hember her dagirkerekê û rizgarkirina tevahiya erdnîgariya Sûriyê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku di lîsteya terora navdewletî de ne. Mihemed Elî destnîşan kir ku lihevkirin li ser bingeha berjewendiya gelan û parastina wan ji êrîşa artêşa Tirk a dagirker e.

Mihemed Elî, têkildarî rêkeftina agirbesta ya ji aliyê Amerîka û Tirkiyê ve hatiye ragihandin û got, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi hemû bendên rêkeftina hatiye ragihandin pabend bû û li ser derketina dagirkeriyê ji tevahiya herêmên ketine nav û misogerkirina vegera şêniyên koçber li gund û bajarên xwe û nehêştina pêkanîna xewna Osmaniyan, her wiha nehêştina pêkanîna guhertina demografî li herêmê, tekez kir, lê dagirkeriya Tirk li gorî peymanê tevnagere û topbarana li dijî sivîlan didomîne..

Mihemed Elî her wiha li ser komkujiyên artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê li bajarê Serêkaniyê û Girê Spî pêkanîne, axivî û destnîşan kir ku hêzên QSD`ê li wê derê mezintirîn efsaneyên lehengiyê xêz kirin, û got ku di encama bombebarana dagirkeriya dewleta Tirk de bi dehan şehîd û birîndar çêbûn, artêşa dagirkeriyê her wiha karwanê mirovî jî ya ku berê xwe dabû bajêr da ku şehîd û birîndaran rake bombebaran kir. Elî got, girînge fişarekê bidin ser dagirkeriyê da ku deriyên mirovî veke.

Di dawiya axaftina xwe de, Hesen Mihemed Elî, bang li şêniyan kir ku guh nedin îdia û gotegotên ku projeya netewa demokratîk û biratiya gelan a ku li herêmê tê jiyîn hedef digre û got:``Divê tevahî gelên Sûriyê asta kompoloya navnetewî ya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bikin û daxwaz ji aliyên navnetewî bê kirin ku hesab ji rejîma Tirkiyê bixwaze ku li hemberî gelên Sûriyê siyaseta dijberiyê dimeşîne bê dayîn.``

Hêjayî gotinê ye, Meclîsa Sivîl a Reqayê dê van civînan li hemû gundewarên rojhilat û rojavayê Reqayê li dar bixe.

(rr/şx)

ANHA