Rewşenbîr û zanyar bang li Ewropa dikin: Kuştina Kurdan rawestînin

Nivîskar, rojnamevan, zanyar û romannivîsên cîhanê nameyek ji Ewropayê re şandin û daxwaz jê kir ku komkujiyên ku dewleta Tirk li ser gelê Kurd pêk tîne, rawestînin.

Rewşenbîr û zanyar bang li Ewropa dikin: Kuştina Kurdan rawestînin
19 cotmeh, 2019   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Komek ji rewşenbîrên cîhanê ji nivîskar, rojnamevan, zanyar û romannivîsên ji Fransa, Brîtanya, Îtalya û Pakistanê bi rêya nameyekê ku rojnemeya Gauardian a Brîtanyayê belav kiribû, piştgiriya xwe bi gelê Kurd ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîşan dan û behsa sûcên şer ku artêşa Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, kir.

Di nameya rewşenbîran de serokkomarê dewleta dagirker a Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û çeteyên wê kir hatin hişyarkirin û êrîşa deweleta Tirk weke êrîşeke leşkerî ku dûrî navê aştiyê û rastiyê bi nav kir. Her wiha di nameyê de behsa kiryarên qirêjî ku Erdogan û çeteyên wê bi kar tînin, hate kirin.

Kesên ku name îmze kir, daxwaza şermezarkirin û rexnekirina çalakiyên kuştinê ku Erdogan û çeteyên wê pêk tînin, kir. Nameyê destnîşan kir ku Erdogan hewl dide bi rêya êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kuştina sivîlan, maf û xeyalên gelê Kurd têk bibe.

Rewşenbîran di nameya xwe de bang li dewletên Ewropayê kir ku bi hev bigirin û piştî xiyaneta Trump ji Kurdan re dev ji wan bernedin. Her wiha nameyê banga xwedîderketina li doza Kurd kir, ji ber şerê ku dewleta Tirk pêk tîne bi rêya çekên ku Ewropa çêdike û difiroşe Erdogan.

Nameyê spasiya biryara dewletên Ewropayê kir ku êdî çekan nafiroşin Tirkiyê û ew wek gaveke girîng bi nav kir. Nameyê bang li dewletên Ewropayê jî kir ku erkên xwe yên demokratîk, siyasî, herêmî û aborî pêk bînin.

Kesên nama îmze kirine ev in: Roberto Saviano, Svetlana Alekseevich, Fernando Arambo, Marc Oger, Martin Cabaros, Annie Ernault, Elena Ferrant, Bernard Henry Levy, Hanif Kurishi, Salman Rushdie, Mario Vargas Lusa, Herta Muller.

(jo)