Ambulanc gihiştin bajarê Serêkaniyê

Piştî gelek hewldanên rizgarkiririna birîndarên di nexweşxaneya Serêkaniyê de asê mane, ambulansên Heyva Sor a Kurd û Xaça Sor gihiştin bajêr.

Ambulanc gihiştin bajarê Serêkaniyê
19 cotmeh, 2019   15:10
HESEKÊ

Di encama berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevî xeteriyên êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ambulansên Heyva Sor û Xaça Sor gihiştin nexweşxaneyên bajarê Serêkaniyê da ku birîndarên di nexweşxaneyê de asê mane rizgar bikin.

Xebatkarên Heyva Sor a Kurd diyar kirin ku wan hewl da di vê gavê de birîndaran rizgar bikin û piştgiriya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Her wiha girîngiya piştgiriya gel a ji bo wan destnîşan kir heta rakirina dorpêça li ser Serêkaniyê û rizgarkirina hemû birîndaran

ANHA