Şêniyên Kobanê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin

Şêniyên kantona Kobanê 3 şervanên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, oxir kirin.

Şêniyên Kobanê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Kobanê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Kobanê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Kobanê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
19 cotmeh, 2019   13:51
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê beşdarî merasîma şehîdên Berxwedana Rûmetê bûn. Navên şehîdan wiha ne: Cîhad Hemû (Bahoz Aşmî), Kênco û Weysî Oso.

Merasîm li Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê pêk hat. Li ser navê Koordînasyona Kongreya Star şaxê Kobanê Elmaz Rûmî axivî û got artêşa Tirk li beramberî berxwedana şervanên QSD`ê şikest û dest bi bikaranîna çekên qedexe kir.

Elmaz Rûmî helwestên civaka navdewletî li dijî dewleta Tirk ku tenê li ser asta daxuyaniyan in, şermezar kirin.

Her wiha endamê Rêveberiya Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoca têkildarî muzakereya di navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê de axivî û got berê û niha jî ew bang li rejîma Sûriyê dikin ku parastina sînorê Sûriyê bike, ji ber ku xwediyên projeya yekitiya xaka Sûriyê ne. 

Her wiha Xoca got civaka navdewletî pêk ve wekî ku berê bûn şahidên şerê li dijî DAIŞ`ê, niha jî dibin şahidên berxwedana li dijî şerê hovane yê ku li Serêkaniyê rû dide.

Bavê şehîd Weysî Osê ku ji malbata wî 3 hene, axivî û wiha got: “Em beramberî tu êrîşan bi bin neketine, em di berxwedana xwe de bi israr in. Em ê bi ser bikevin wekî ku li Kobanê em bi saya vîna xwe bi ser ketin.”

Bavê şehîd Weysî Osê di dawiya axaftina xwe de îşaret bi berxwedana ku şervanên QSD`ê li dijî artêşa Tirk di Berxwedana Rûmetê de didin nîşandan, kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên şehîdan kirin. Paşê şehîd hatin oxirkirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan berî niha merasîma şehîd Kênco ragihandibû û nasname radestî malbatê kiribû, lê belê îro di merasîmê de hate oxirkirin.

(eh)

ANHA