Abdulxenî Oso: Şênî li dijî artêşa Tirk in û temenê hevpeymana navdewletî didin

Heverokê Meclisa Kantona Hesekê îşaret bi redkirina şêniyan ji artêşa Tirk û çeteyên wê li ser xaka Sûriyê kir got "Şênî temanê hevpeymana navdewletî didin, ji ber armanca sereke ya vê hevpeymanê, guhartina dîmografiya herêmê ye, koçberkirina şêniyên resen û dagirkirin e."

Abdulxenî Oso: Şênî li dijî artêşa Tirk in û temenê hevpeymana navdewletî didin
19 cotmeh, 2019   11:16
HESEKÊ

Beriya 2 rojan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê agirbest hate ragihandin, lê belê artêşa Tirk û çeteyên wê hêj herêmê dikin armanc û hevpeymanê binpê dikin.

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Abdulxenî Oso ji ajansa ANHA`yê re axivî û got ji ber ku bi sedan salan e ku dewleta Tirk hewldana dagirkirina herêmê dike, di rojên dawîn de bi hevkariya çeteyên xwe yên sûrî êrîşî herêmên li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bi vê yekê hewldana qirkirina gel û dagirkirina herêmê dike.

Oso wiha axivî: “Em hemû dizanin ku çeteyên DAIŞ`ê yên ku QSD`ê di qada cografîk de ew tune kirin, girêdayî dewleta Tirk a dagirker in. Lê belê dema di dagirkirina herêmê de bi bin ketin, dîsa dewleta Tirk bi hemû çekên giran êrîş kir û bi sedan sivîl qetil kirin.”

‘Dewleta Tirk agirbest binpê kir’

Têkildarî hevpeymana agirbestê, Ebdulxenî Oso diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker tevî hevpeymana agirbestê hêj êrîş dike, QSD`ê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê şer dike, ji ber vê yekê dema hevpeyman mohr kirin, diviyabû di serî de bi QSD`ê re lihev kiribana, ji ber QSD hewl dide parastina gel ji êrîşan bike.

Oso got armanca dewleta Tirk qirkirina sivîlan e, duh karwanê sivîlan dema ber bi Serêkaniyê ve çû, wan topbaran kir û di encamê de bi dehan birîndar û şehîd bûn. Ev jî têrê dike ku dewleta Tirk tenê li dijî QSD`ê şer nake, lê belê li dijî sivîlan jî şer dike û hewl dide wan qir bike.

‘Şênî temanê hevpeymanê didin’

Ebdulxenî Oso destnîşan kir ku êrîş berdewam in û şênî temenê hevpeymana navdewletî didin, ji ber armanca sereke ya hevpeymanê, guhartina dîmografiya herêmê, koçberkirina niştecihên xwecih û dagirkirina herêmê ye.

Oso bal kişand ser redkirina hemû pêkhateyan ji dagirkirina artêşa Tirk ji herêmê re û wiha pê de çû: "Em li herêmê hebûna hêzên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker napejirînin, hebûna wan dê sînaryoya Efrînê li ser herêmên li ser sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubara bike, hem kuştin, talankirin û hem jî koçberkirina gel dûbare bibe, ji ber vê yekê divê hemû gelê herêmê li dijî hebûna Tirk bisekinin." 

Hevsrokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso di dawiya axaftina xwe de bang li gelê ku ji ber êrîşan ji Serêkaniyê û Dirbêsiyê bar kirine kir ku li malên xwe vegerin û li dijî artêşa Tirk şer bikin, destekê bidine hêzên xwe û dagirkeriya li ser xaka xwe red bikin.

(eh)