Ciwanên Helebê li dijî êrîşa dagirkeran meşeke lidar xistin

Bi sedan ji ciwanên bajarê Helebê daketin qadan û piştgirî dan  Berxwedana Rûmetê ya li dijî dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Ciwanên Helebê li dijî êrîşa dagirkeran meşeke lidar xistin
Ciwanên Helebê li dijî êrîşa dagirkeran meşeke lidar xistin
Ciwanên Helebê li dijî êrîşa dagirkeran meşeke lidar xistin
Ciwanên Helebê li dijî êrîşa dagirkeran meşeke lidar xistin
16 cotmeh, 2019   20:08
HELEB

Ciwanên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi meşekê êrîşa dagirkeriya Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Meş ji ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê destpê kir û li kolanan berdewam kir. Ciwanan meşle û alên tevgerê rakiribûn.

Li pêşiya çerxereya Fermandar a beşê rojhilatê yê taxê meş veguhirî mêtingê.

Di mêtingê de, ji rêveberên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zîlan Hesen û ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Laleş Efrinî axivin.

Di axaftinan de, êrîşa dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate şermezarkirin.

Mêting bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD`ê û Berxwedana Rûmetê û darizandina kujerê serdemê Erdogan, bidawî bû.

(kc)

ANHA