Dema komên filistînî êrîş şermezar kirin, Tirkiyê zext li Hemasê kir ji bo ku daxuyaniyek ji bo piştgiriya êrîşê bide

Çavkaniyên ji Hereketa Hemsê bi bîr xistin ku , Hemsê rastî zextên Tirkiyê hat ji bo ku dauyaniyekê ji bo piştgiriya êrîşa Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bide. Piştî ku 12 komên filistînî bi daxuyaniyekê êrîşa Tirkiyê şermezar kirin.

Dema komên filistînî êrîş şermezar kirin, Tirkiyê zext li Hemasê kir ji bo ku daxuyaniyek ji bo piştgiriya êrîşê bide
16 cotmeh, 2019   19:51
XEZA

Rojnameya El-Exbar a lubnanî li ser zimanê çavkaniyê agahdar ên tevgera Hemasê ragihand ku tevgerê rastî zextên Tirkiyê hatiye ji bo ku helwestek fermî û destekerê êrîşa Tirkiyê li dijî Sûriyê nîşan bide.

Piştî ku 12 komên filistînî daxuyaniyek da û ragihandin ew êrîşa Tirkiyê red dikin, Tirkiyê aciz bû û zext li Hemasê kir.

Çavkaniyê ji rojnameyê re bi bîr xist: “Tevgerê desthilata Tirkiyê agahdar kir ku ew naxwaze daxuyaniyekê bi navê xwe girêdayî operasyona wê ya leşkerî bide. Ji ber ku li dijî siyaseta tevgerê ye û wesîqeya wê ya siyasî ya 2017`an e.

Lê Tirkiyê ew tişt red kir û ji tevgerê xwest ku helwestek diyar nîşan bide. Ji ber wê Hemasê daxuyanî da û tê de got: "Ew mafê Tirkiyê ji bo parastina sînorên xwe û rakirina tehdîdên li ser ewlehiya wê ya neteweyî fam dike li gel hewldanên Musada Îsraîlî ji bo têkbirina ewlehiya erebî û islamî."

Tevgera Hemas di daxuyaniyekê detekeziyê li ser yekîtiya tevahiya xaka Sûriyê kir.

Hêz û aliyên Filistînê wek “Tevgera Rêzgarîxwaz a Niştimanî ya Filistînê (FTH), Eniya Gelerî ya Rizgarkirina Filistînê, Eniya Demokratîk a Rizgarkirina Filistînê, Eniya Gelerî ya Rizgarkirina Filistînê “Fermandariya Giştî``, Eniya Rizgarîxwaz a Erebî, Eniya Têkoşer a Gelerî ya Filistînê, Eniya Erebî ya Filistînê, Partiya Gel a Filistînê, Eniya Rizgarîxwaz a Filistînê, Yekîtiya Demokratîk a Filistînê (FDA), Tevgera Mubadere ya Filistînê û Pêşengên Şer a Rêzgarîxwaz a Gelerî ``Hêzên Saîqa``, Daxuyaniyek bi hevre îmze kirin.

Daxuyaniyê bang li aliyan kir “Girîng e ku Hêzên Tirkiyê ji xaka Sûriyê yên hatine êrîşkirin vekişin û pilanên wê yên fîtneyê di navbera yek netew de çêdike vala werin derxistin û operasyon xwe rawestîne “her wiha” li ser projeyên parçekirina xaka Sûriyê wek deriyê derbasbûna parçekirina herêmê”  da.

 (rr/şx)

ANHA