Lavrov: Moskov Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê ji bo lihevkirinê teşwîq dike

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov got "Moskov hikumeta rejîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê lihevkirin û pêkanîna wê piştî êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê teşwîq dike."

Lavrov: Moskov Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê ji bo lihevkirinê teşwîq dike
16 cotmeh, 2019   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa RIA Novosti ya Rûsyayê li ser zimanê Sergei Lavrov ragihand: "Êrîşa Tirkiyê hişt ku çeteyên DAIŞ’ê birevin."

Lavrov daxuyand ku dewletên Ewropayê di van demên dawîn de bi hemû rêbazan hewl didin welatiyên xwe yên ku di nav refên terorên navdewletî de li Sûriyê şer kirin, pêşwaz nekin.

(fr)