Gian Lagarde: Ên şerê terorîstan kirin îro bi terorîzma Erdogan dimirin

Parlamenterê fransî Gian Lagarde di civîneke siyasî de têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê got kesên ku alîkariya cîhanê kir ku ji terorîstan xilas bibe, îro bi guleyên terora Erdogan dimirin.

Gian Lagarde: Ên şerê terorîstan kirin îro bi terorîzma Erdogan dimirin
16 cotmeh, 2019   10:04
QAMIŞLO

Civîna siyasî duh li paytexta Fransayê Parîsê li dar ket. Siyasetmedar, rojnamevan û parlamenterên fransî beşdarî civînê bûn.

Di civînê de gelek parlamenter û siyasetmedar axivîn. Ji wan parlamenterên fransî û endamê Komeleya Nîştimanî ya Fransayê Gian Lagarde îşaret bi rola Kurdan di şerê li dijî DAIŞ`ê de kir û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û got: “Erdogan terorîstek e ku dixwaze parastina terorîstan bike."

Lagarde di axaftina xwe de wiha got: "Kesên ku îro dimirin, ew bûn yên ku alîkariya me kirin ku terorîstên li Parîsê êrîşî me kirin, bi dawî bibin. Va ye îro bi guleyên Erdoganê terorîst ku dixwaze parastina terorîstan bike, dimirin."

Helwestên navdewletî yên li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Êrîşên li dijî bakurê Sûriyê ne rewa û wek dagirkerî dibînin. Li beramberî vê yekê jî tu tevgerên cidî ji xwediyên biryaran ên dewletên Koalîsyona Navdewletî û NATO`yê tune ne.

(bx)

ANHA