ELN'ê ji bo gelê Kurd peyama piştevaniyê weşand

Yek ji lîderên rêxistina şoreşger a Kolombiyayî (ELN) Pablo Beltran ji bo gelê Kurd peyameke piştevaniyê weşand.

ELN'ê ji bo gelê Kurd peyama piştevaniyê weşand
15 cotmeh, 2019   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN 

Lîderê Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) Pablo Beltran ji bo gelê Kurd peyameke piştevaniyê weşand.

Beltran diyar kir ku gelê Kolombiyayê piştevaniya gelê Kurd dike û bal kişand ser êrîşên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Beltran diyar kir, gelê Kurd ji warê xwe tê derxistin, êrîş li gelê Kurd tê kirin û divê nerazîbûna li dijî dewleta Tirk a dagirker bê xurtkirin.