Yekitiya Hêzên Kurdî têkildarî êrîşên dewleta Tirk peyamek ji de Farines re şand

Yekitiya Hêzên Kurdî-Rojava peyamek ji Fernande de Farines ê eleqedarî dozên kêmneteweyan di Neteweyên Yekbûyî de şand. Di peyamê de êrîşên artêşa Tirk a dagirker hatin şermezarkirin, her wiha bang li civaka navdewletî û Komkara Erebî hate kirin ku  erka xwe pêk bînin û binpêkirinên mafên mirovan, kuştin û wêrankirina bêserûber a bi balafirên artêşa Tirk rawestînin.

Yekitiya Hêzên Kurdî têkildarî êrîşên dewleta Tirk peyamek ji de Farines re şand
15 cotmeh, 2019   13:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Nerazîbûnên li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin.

Yekitiya Hêzên Kurdî-Rojava peyamek ji bo Fernande de Farines ê eleqedarî dozên kêmneteweyan di Neteweyên Yekbûyî de şand. Yekitiyê bang li aliyan kir ku çareseriyeke Sûrî-Sûrî li ser esasê demokrasiyê ji aloziyê re peyda bikin.

Peyam wiha ye:

“Di salên 2011-2012‘an de li dijî xak û gelê Sûriyê êrîşên hovane û neexlaqî hatin kirin.  Ev yek bû sedem ku li gelek herêm û parêzgehên Sûriyê ji paytexa Şam û navçeyên wê bigire heta sînorê Lubnan û Urdinê û herî dawî li Qamişlo ya li ser sînorê Tirkiyê û Iraqê ewlehî têk çû. Gelê Sûriyê azarê vê yekê ji kuştin, koçberkirin û firotina li mezadan û ajandeyên derve kişandin. Ji bilî vê yekê rewşên dadgehên meydanî ji kuştina nasnameyê derketin pêş . Pêwîst bû ku tilî li ser birînê hatiba danîn û bi îsrarî birîn hatiba dermankirin da ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji talûkeya mirovî hatiba dûrxistin û mafê hemû gel, mezheb û neteweyên li welêt bihatana parastin.

Gelê herêmê bi xwe, bêyî ku xwe bispêre ejnîdeyên siyasî yan jî banga parçebûnê û kuştinê bikin, xwe parastin. Yekitiya xwe ava kirin û li ser avakirina Rêveberiya Xweser a Demokratîk li hev kirin, hemû pêkhateyên gelên herêmê di nava xwe de digire.

Pêwîstî bi birêxistinkirina refê hebû, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hatin avakirin da ku erka xwe ya nîştimanî ya parastina rûmeta şêniyên gel bêyî cudabûnê pêk bîne. Van yekîneyan teror têk bir, ewlehî û aramî belav kirin.

Ruxmî hemû gefên domdar ên Tirkiyê, rexmî dagikirina Efrîn, Cerablus, Ezaz û bêdengiya navdewletî ya şerm a êzên me yên leheng QSD‘ê teror di baregeha wê ya dawîn de tune kir û bi kêmanî 72 hezar terorên li ser cîhanê xeternak, tune kirin. Bi bidawîbûna terorê re em dest bi ji nû ve avakirinê û xebatên xizmetguzariyê wekî kehrebe, av, kanalîzasyon, çandinî, aborî û bazirganî  kirin.

Dewleta Tirk bi îdiayên parastina ewlehiya neteweya welatê xwe ku tu rojan ji aliyê QSD`ê yek gule li aliyê wan natiye, reşandin û parastina gel û gelên derveyî sînor dikirin, di heman demê de rêz ji pîvanên cîrantiyê re digirin, lê belê heta vê astê dewleta Tirk dijminahiya xwe da ku dîsa welatê xwe xurt bike û DAIŞ ji nû ve zindî bike, kifş kir û di 9`ê Cotmeha 2019`an bi balafirên şer û çekên giran êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kirin û sivîl kirin armanc, ev jî nîşana rikberiya bi civaka navdewletî re ye û binpêkirina hemû qanûnan ne, ji ber vê yekê gefan li jiyana sivîlan dixwe û alozî derxiste holê, di heman demê de bi sedan sivlî şehîd û birînadar bûn, lê belê tevî şermezarkirina dewletên ewropî, erebî û cîhanî sûcdariyan berdewam dike.

Tevî ku serokê DYA`yê Donald Turmp ti helwestên cidî nedane, lê belê QSD`ê parastina rewa dide meşandin û gel û xaka xwe diparêzin, lê berjewendiyên dewleta Tirk ne diyar in û xewna wî dagirkirina xaka Sûriyê ye û bi wîlayeta Musila ya bê bingeh ve girê bide ye, di gel ku xewna gelê Kurd a têkbirina terorê ku bingeha sereke ya terora ye, li her deverê bi îdîayên bê bingeh tune kir.Tevî her kes zane ku hejmara çeteyan nêkêmî 100 hezar çeteyan e, ji ber vê yekê hêzên wê lez da dagirkirina xaka Sûriyê hêzê, di nav de jî komên di nav DAIŞ, Cebhet El-Nusra û rêxistinên din ên terorîst ên ji aliyê navdewletî ve têne xwestin hene. Hêjaya bi bîrxistinê ye ku evanan tu hestên wan ên mirovî û exlaqî tinene, dîmenên ku der barê kiryarên wan de belav dibin rastiya vê yekê diyar dike.

Em jî wek Yekitiya Hêzên Kurdî yên li Rojava, di demeke ku em bang li civaka navdewletî, Komkara Erebî dikin ku bi erka xwe rabin, em êrîşên dewleta Tirk û binpêkirina mafên mirovan, qetilkirin, wêrankirina bi balafir û çekan şermezar dikin.Her wiha em ji raya giştî re radigihînin ku em wek Yekîtî em li dijî êrîşan bisekinin û destekê bidin QSD`ê ku destkeftiyên dikevin xizmeta gelê herêmê û hemû pêkhateyan de pêk anîne, her wiha muzekeriya leşkerî ya parastina sînorê ya bi rejîma Sûriyê re, erê dike, ji ber ku her dem me banga çareseriya Sûrî-Sûrî li ser esasê demokrasiyê kir."

(eh)

ANHA