NY: Tîmên me nekarî xwe bigihîne stasyona avê ku ji ber êrîşên Tirkiyê rawestiyaye

NY`yê diyar kir ku tîmên wê nikaribû xwe bigihîne stasyona li gundê Elok ku di bombebarana dewleta Tirk de hate rûxandin û milyonek mirov ji şêniyên herêmê û koçberan bê av hiştin.

NY: Tîmên me nekarî xwe bigihîne stasyona avê ku ji ber êrîşên Tirkiyê rawestiyaye
13 cotmeh, 2019   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Associated Press ji Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku nêzî 130 hezar kes ji ber êrîşa dewleat Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçber bûn, NY`yê texmîn kir ku ev hejmar zêdetir bibe.

NY`ê got tîmên wê nikaribû xwe bigihanda stasyona avê ya bajarokê Hesekê ya stasyona Elok ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin ku ji ber bombebarana dewleta Tirk zirar çêbûn ku nêzî 400 hezar kes, jê 82 hezar ji şêniyên kampan, bê av man.

Hêjayî gotinê ye ku heta niha NY`yê ku banga mafên mirovan dike, êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar nekirine.

ANHA