Dewleta Tirk êrîş dike, fişarên navdewletî zêde dibin û li Kendavê arîşe kûr dibe

Hefteya derbasbûyî dewleta Tirk êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, di vê navberê de gelek dewletên erebî û rojavayî êrîş şermezar kirin û bang li balyozên Tirkiyê kirin. Li Iraqê jî piştî hin kiryarên hikumetê xwepêşandan kêm bûn, li herêma Kendavê jî arîşe kûr dibe.

Dewleta Tirk êrîş dike, fişarên navdewletî zêde dibin û li Kendavê arîşe kûr dibe
13 cotmeh, 2019   06:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerq El-Awsat: Tirkiyê bi alîkariya hêzên asmanî êrîş dike dewletê Erebî yê rojavayî jî şermerzar dikin

Der barê êrîşa artêşa Tirk a li dijî herêmên Bakur û Rojhialtê Sûriyê de rojnameyê nivîsî: “Duh artêşa Tirk bi alîkariya hêzên asmanî êrîşê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, di vê navberê de gelek hêzên erebî û rojavayî êrîş şermezar kirin û Ewropayê doza civîna Konseya Ewlehiyê kir.

Artêşa Tirk li dijî axa bakurê Sûriyê û herêma Serêkaniyê ya sînor êrîşên asmanî pêk anîn, her wiha di encama bombebaranê de bi dehan welatî ji malên xwe koçber bûn. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku balafirên Tirkiyê li dijî herêmên sivîl êrîş pêk anîne û di nava xelkê de tirseke mezin çêkiriye.

Dewletên erebî êrîş şermezar kirin, berpirsekî Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî êrîş şermezar kir û got “Dijminahiyeke eşkere ye li dijî yekpariya axa Sûriyê” her wiha diyar kir ku kiriyar li dijî ewlehî û aştiya herêmî ye.”

Her wiha Lubnan, Iraq, Îmarat, Berhrên, Sûriyê û Kiwêtê jî êrîş şermezar kirin, Misr jî doza civîneke awarte li komcivîna Ereban kir, ku tê payîn civîn roja şemiyê bê lidarxistin.

Li aliyekî din dewletên Ewropayê ji Konseya Ewlehiyê xwest ku civîneke awarte roja pêncşemê li dar bixe û êrîşa Tirkiyê binirxîne.”

El-Beyan: Cîhan li dijî êrîşê ye… welatan bang li balyozên Tirkiyê kir

Der barê êrîşa dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rojnameyê wiha nivîsî: "Çend dewletên cîhanê der barê êrîşa dijminane ya Tirkiyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê fikarên xwe anîn ziman. Tê payîn ku çend dewlet bang li balyonzê Enqereyê bikin, Konseya Ewlehiyê jî ji bo nirxandina êrîşê civînek li dar xist. Moskov jî hewl dide navbênkariyê di navbera Enqere û Şamê de bike.

Serokê Misrê Abdilfetah El-Sîsî bi qralê Urdunê Abullah El-Sanî re li Qahîreyê rewşa Sûriyê nirxand, her du aliyan der barê girîngiya çareseriyeke berfireh a aloziya Sûriyê de li hev kir.

Urdunê doza rawestandina êrîşa dijminane ya Tirkiyê kir, wezîrê karên derve yê Urdunê Aymen El-Safadî li ser Twitterê wiha nivîsî: "Em li dijî binpêkirina serweriya Sûriyê ne, em her êrîşeke dijminane li dijî yekitiya wê şermezar dikin.”

Abulaah El-Sanî bi serokê Iraqê Berhem Salih re bi rêya telefonê der barê geşedanên li Sûriyê de axivî û diyar kir ku "Li dijî binpêkirina serwerî û yekpariya Sûriyê ne.”

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bang li Tirkiyê kir ku "di demeke nêz de" êrîşê rawestîne û ew der barê "Metirsiya ku bibe alîkar da ku DAIŞ xîlafeta xwe dîsa ava bike" hişyar kir. Çavkaniyeke dîplomatîk a Fransayê diyar kir ku Wezareta Karên Derve piştî êrîşa Tirkiyê bang li balyozê Tirkiyê kiriye.

El-Imarat Al-Yaum: Trump gef da ku dê aboriya Tirkiyê helweşînê eger "sînoran derbas kirin".

Rojnameya Al-Imarat Al-Yaum nivîsî: "Serokê Amerîkayê Donald Trump duh hişyariyên dijwar dane rejîma Tirkiyê, piştî ku dihate payin serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdgogan li dijî bakurê Sûriyê êrîşekê pêk bîne. Trump bi rêya Twitterê got "Eger Tirkiyê kiryareke ku li gorî me ji derveyî sînoran e, ez ê aboriya wê hilweşînim".

Serokê Amerîkayê teqez kir ku rêveberiya wî di gekek dosyayan de biser ket, yek ji wan jî tunekirina rêxistina DAIŞ`ê ye.

Trump got ku ew hatiye hilbijartin da ku Amerîkayê ji şerên vala yên bê dawî derxîne.

Fransayê jî hişyarî da Tirkiyê ku kiryarên li dijî berjewndiyên hevpeymana li dijî rêxistina DAIŞ`ê neke.

El-Beyan: Li Iraqê şîn e û tê payîn ku hikumet guherînan pêk bîne

Rojnameyê nivîsî: “Iraqê duh ragihand ku sê rojan şînê bigrin, piştî ku nêzî 100 kesan di encama xwepêşandanan de hatin kuştin.

Serokwezîr Adil Abdilmehdî şeva çarşemê ji Iraqiyan re axivî û soz da ku “lêpirsînên berfereh” pêk bîne, alîkariya diravî dibe malbatên “şehîdan” ji xwepêşandêran û endamên hêzên ewlehiyê ku rojên derbasbûyî hatin kuştin.”

El-Ereb: Ji bo bihêzkirina parastinê.. hêzên Amerîkayê yên nû dê biçin Siûdiyê

Rojnameyê nivîsî: "Wezîrê parastinê yê Amerîkayê Mark Esper roja înê biryar da ku sê hezar leşkerên amerîkî û alavên leşkerî, di nav de mûşekên Patriot  û sîstema THAAD jî hene, rêke Siûdiyê, ku Îran hewldanên têkbirina aramiya herêmê dewam dike.

Pentagonê bi daxuyaniyekê ragihand ku Mark Esper biyara veguhastina hêzan bo Siûdiyê erê kiriye.

Washingtonê piştî êrîşa li dijî kargehên petrolê yên şîrketa Aramco ya Siûdiyê roja 14`ê Îlona derbasbûyî, mijara veguhastina hêzan bo Siûdiyê gotûbêj dike.

Daxuyaniyê diyar kir ku wan "Agahî daye wezîrê parastinê yê Siûdiyê Mihemed bin Selman ku dê hêzan rêkin û karînên Siûdiyê yên parastinê bihêztir bikin."