Şêniyên Efrînê berê xwe dan baregeha Rûsya

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê ên li navçeya Til Rifet berê xwe dan baregeha Rûsya ji bo şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku bi erka xwe rabe.

Şêniyên Efrînê berê xwe dan baregeha Rûsya
Şêniyên Efrînê berê xwe dan baregeha Rûsya
Şêniyên Efrînê berê xwe dan baregeha Rûsya
Şêniyên Efrînê berê xwe dan baregeha Rûsya
Şêniyên Efrînê berê xwe dan baregeha Rûsya
12 cotmeh, 2019   16:47
ŞEHBA

Bi hezaran şêniyan li navenda navçeya Til Rifet kom bûn û wêneyên şehîdan û birîndarên şer hildan.

Meş ji kolana sereke bi beşdarbûna girseya şêniyan û birîndarên şer dest pê kir û dirûşmeyên silavkirina berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê berz kirin, meş ji kolana sereke geriyan heta navenda baregeha Rûsya meşiyan.

Şênî li baregehê rawestiyan û bi esferên rejîma Sûriyê re axivîn û daxwaza rawestandina êrîşa dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê re kirin.

Hevserokê Meclisa Kantona Şehbayê Îmad Dawûd axivî û wiha got: "Dewleta Tirk xaka Sûriyê û hemû pêkhateyên civakê dike hedefa xwe. Dagirkeriya Tirkiyê bi êrîşên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pişt xwe bi sedan qûrbaniyên sivîl pêk tîne û komkujiyan derheqê wan dike û hemû avahiyan û binesaziya herêmê wêran dike."

Dawûd wiha domand: "Bi salan e armancên dagirkeriya Tirkiyê di xaka Sûriyê de hene, da ku dagir bike û xêr û bêrên wê talan bike."

Dawûd di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Em ji civaka navneteweyî û hikumeta Rûsya û Sûriyê daxwaz dikin ku êrîşên ser sivîlan rawestînin û sînaryoya Efrînê dûbare neke."

Meş bi dirûşmeyên şermezarkirina êrîşa Tirkiyê bidawî bû.

ANHA