Almanya derxistina çekan ji Tirkiyê re qedexe kir

Ajansa Ruetersê ya ku wek çavkanî rojnemeya Bild am Sonntag a Almanî nîşan daye got: “Wezîrê Karê Derve yê Almanya ragihand ku Almanya derxistina çekan ji Tirkiyê re qedexe kir, ew yek wek bersiva êrîşa wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Almanya derxistina çekan ji Tirkiyê re qedexe kir
12 cotmeh, 2019   16:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ruetersê ragihand ku wezîrê karê derve yê Almanya Haiku Mas ji rojnemeyê re wiha got: "Ji ber êrîşa leşkerî ya Tirkiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, hikumeta Federal tu daxuyaniyên nû ji hemû alavên leşkerî ku dibe Tirkiyê li Sûriyê bikar bîne, dernexistin."

Hêjayî gotinê ye ku Almanya di sala 2018’an de çek bi buhaya 243 milyon uro (268 milyon dolar) ji Tirkiyê re şand, ew jî nêzî 3 rib ji hemû çekên Almanî ye.

(jo)