Artêşa Tirk bi gihanda bi hezaran sivîlan derdora Girê  Spî topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker  bi gihandina hezaran sivîlên ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Girê Spî da ku bibin mertalên zindî li hemberî êrîşan, derdora Girê Spî topbaran dike.

Artêşa Tirk bi gihanda bi hezaran sivîlan derdora Girê  Spî topbaran dike
10 cotmeh, 2019   09:57
GIRÊ SPÎ

Bi hezaran ji şêniyên Bakur û Rojhilatê berê xwe dane bajarê Girê Spî. Bi gihandina sivîlan li çerxereya El-Elem a naverasta bajarê Girê Spî, artêşa Tirk a dagirker derdora bajarê Girê Spî topbaran dike.

Artêşa Tirk a dagirker bi tang û balafirên xwe ji çemê Dijle heta çemê Firatê bombebaran dike. Artêşa dagirker bi awayekî yekser sivîlan û cihên şûnwarî dikin armanc.

(kc)

ANHA