Şêniyên Hesekê: Dê serketin para me û qehremanên me be

Şêniyên bajarê Hesekê piştrast kir ku xak û malên xwe bernadin û amade ne parastina herêmê li hember êrîşa Tirkiyê bikin û gotin "Dê serketin para me û qehremanên me be."

10 cotmeh, 2019   11:22
HESEKÊ

Artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê ji duh (çarşemê) berêvarê ve dest bi êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bombebaranên balafirên şer li bajarên Serêkaniyê, Qamişlo û navçeya Eyn Îsa kir û her wiha li bajarê Girê Spî jî top barandin.

Dewelata dagirker a Tirk topbaranên xwe heta bajarê Dêrikê yê li keviya çemê Dîcleyê heta bajarê Kobanê yê li keviya çemê Firatê dirêj kir. Topbarana Tirkiyê tevî îdiayên wê yên hedefgirtina nuqteyên leşkerî, sivîlan dike hedef.

ANHA li bajarê Hesekê gerî û bi hin şêniyên bajêr re hevpeyvîn çêkirin. Şêniyan redkirina xwe li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên ji Artêşa Azad raber kir. Her wiha şêniyan piştrast kir ku tevî êrîş û şerê derûnî yê ku dewleta dagirker a Tirk pêk tîne jî, di bajarên xwe de dimînin.

Mihemed Serac Resûl wiha anî ziman: "Bajarê Hesekê aram e û şênî kar û xebatên xwe dikin. Tişt bi me nayê, tevî êrîşên bi mafên kurdan ji hezar salan ve. Bi saya qehremanan dê bi aştî bijîn. Divê aştî li Tirkiyê ku bi zilm û komkujiyan tê nasîn, pêk bê."

Silêman Mihemed jî bal kişand ser ku ew bi ewle bi saya QSD’ê dijîn û wiha got: "Em xebatên xwe bi awayekî xwezayî dikin. Pêkanîna aştiyê bi dagirkirina Erdogan a herêmên me pêk nayê. Pêkanîna aştiyê bi rêya şêniyên herêmê pêkan e."

Şêniyê bi navê Yusiv Faris jî wiha da zanîn: "Şêniyên bajarê Hesekê dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nakin. Em aştiyê ji tevahî cîhanê re dixwazin."

Şêniya bi navê Sakîna Mela Husên jî wiha diyar kir: "Ji bo xwîna şehîdên me yên qehreman paşde venagerin. Li welatê xwe dimînin û çi qas êrîş xurt dibin bila bibin, jê dernakevin. Em amade ne parastina rihê xwe ji bo welat û gelê xwe bikin. Dê serketin para me û qehremanên me be."

(fr)