Bîlançoya roja yekemîn a êrîşên dewleta Tirk

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan fermana êrîşê saet di 16:00’an de roja çarşemê da artêşa Tirk û çeteyên Sûriyê da ku sûriyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikujin û avahiyên ku xizmetan pêşkêş dikin wêran bikin û cihên dîrokî birûxînin.

Bîlançoya roja yekemîn a êrîşên dewleta Tirk
10 cotmeh, 2019   08:52
QAMIŞLO

Artêşa dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê ve saet di 16:00’Ê êvara roja çarşemê (duh) de dest bi êrîşkirina li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi balafirên şer kir. Her wiha bajarê Serêkaniyê û navçeya Eyn Îsayê hat bombebarankirin û bajarê Girê Spî jî hat topbarankirin. Bi fuzeya yekem a ku li Serêkaniyê ketiye de, sivîlek şehîd bû û 2 jî birîndar bûn.

Piştre artêşa dewleta dagirker a Tirk êrîşên xwe berfireh kirin û bajarê Dêrikê yê li ser keviya çemê Dîcle heta bajarê Kobanê yê li ser keviya çemê Firatê bombebaran kir. Ew jî bi dirêjahiya 450 km. Lê tevî îdiayên dewleta Tirk ên hedefgirtina nuqteyên leşkerî jî, sivîl kirin hedef.

Çapemeniya dewleta Tirk hewl dide komkujiyên ku artêşa wê pêk tîne, bi îdiayên ku dûman ji malên sivîlan di encama bombebaranê de derdikeve, bi şewitandina dolaban û tekeran berovajî bike.

Serêkaniyê

Li bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê hê jî hewldanên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê yên bênavber ên dagirkirinê hene. Balafirên dewleta Tirk saet di 16:00’an de bi fermana yekser a ji Erdogan, bajar û derdora wê bombebaran kirin da ku şêniyan qir û koçber bikin û çeteyan di şûna wan de bi cih bikin û demografiya herêmê biguherîne. Erdogan plana dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê aşkere di Îlona borî de li pêş Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) aşkera kir.

Bi fuzeya yekemîn re, sivîlek şehîd bû û 2 jî birîndar bûn. ANHA’yê bi rêya dîmenan, fuzeyên balafirên dewleta Tirk ku komeke sivîl li nav zeviyekê kir hedef, bi belge kir. Her wiha sivîl revîn û fuze li naverasta wan ket.

Piştî bombebaranên balafirên şer, topavêj û obusên dewleta Tirk bajar û gundewarên wê topbaran kirin. Dûre artêşa dewleta dagirker a Tirk, dîwarên li ser sînor rakirin û li pêş leşker û çeteyan rê vekir da ku êrîşa bejahî ku Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihandiye, dest pê bike.

Lê belê şêniyên Serêkaniyê ku nimûneya Sûriyê ya biçûk e, rahişt çekan û herikîn têketin û derketina bajar da ku parastina wê bikin. Li rex QSD’ê li hember hewldanên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê yên bejahî li herêmê li 3 aliyan sekinîn. Lê hê jî artêşa dewleta dagirker a Tirk pêşde nehatiye.

Lê ya balkêş, şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê dest bi tevgerê li hundirê bajêr kir da ku alîkariya artêşa dagirker a Tirk bikin û bar li ser wan sivik bikin. Lê vê sibehê QSD’ê hewldana wan têk bir û 4 çete hatin kuştin.

Balafirên dewleta dagirker a Tirk vê sibehê careke din bajarê Serêkaniyê, bajarokê Til Helef ê dîrokî ku dîroka wê vedigere zêdetirî 3 hezar salan bi hewldana çewisandina dîroka herêmê, bombebaran kirin. Hê jî topbaran bi hewldana derbasbûnê berdewam e.

Girê Spî

Li bajarê Girê Spî û gundewarên wê, artêşa dewleta dagirker a Tirk saet di 16:00’an de bajar û gundewar bombebaran kirin. Di encamê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da û hin jî birîndar bûn. Ji nav wan jî 2 hevjîn ji gundê Mitekalta ne.

Artêşa dagirker a Tirk hewl da bi bejahî bi piştevaniya çeteyan bi pêş bikeve. Lê QSD’ê û şêniyên herêmê êrîşên wan têk birin.

Dêrik

Li bajarê Dêrikê jî ya ku dikeve rojhilatê Sûriyê, li ser keviya çemê Dîcle, gundê Eyn Dîwer ê li ser çemê Dîcle rastî bombebaranên dijwar ên artêşa dagirker a Tirk hat. Tevî êrîşên dijwar ên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê li ser gund, şêniyên sivîl ji gund derneketin.

Piştî bombebarana dijwar, artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê êrîşa bejahî dest pê kir. Lê QSD’ê bi hevkariya şêniyên gund êrîşên wan têk birin. Lê li rexê hê jî gund tê bombebarankirin. QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de bersiv da çavkaniyên topbaranê. 2 nuqteyên ku gund topbaran dikirin, kirin hedef. Di encamê de tankeke artêşa Tirk hat rûxandin, 2 leşkerên wê hatin kuştin û gelek ji artêşê jî birîndar bûn. Hejmara wan bi temamî bi dest neketiye.

Qamişlo

Artêşa dagirker a Tirk gundê Sêkirka yê li rojhilatê bajarê Qamişlo bombebaran kir. Lê topbarana dewleta Tirk a dagirker heta naverasta bajarê Qamişlo derbas bû. Fuze li naverasta bajêr ketin ku bajarê herî mezin di bakurê Sûriyê de ye û zêdetirî nîv milyon şênî tê de ne. Di encamê de jineke sivîl şehîd bû û hin jî birîndar bûn.

Bi hedefgirtina artêşa dagirker a Tirk a sivîlan, QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de bersiv da çavkaniyên topbaranê û 7 nuqteyên bicihkirina artêşa Tirk a dagirker topbaran kirin.

Bombebaran heta Tirbespiyê, Dirbêsiyê û Amûdê dirêj bû

Piştî bombebarana Serêkaniyê, Girê Spî, Dêrik û Qamişlo, artêşa dagirker a Tirk gundên Tirbespiyê yên bakur topbaran kirin. Her wiha 3 gund hatin topbarankirin. Bajarên Amûdê û Dirbêsiyê yên li ser sînor hatin bombebarankirin. Bi wê re jî QSD’ê bersiva çavkaniyên topbaranê da.

Kobanê

Bajarê Kobanê yê ku bi berxwedana li hember çeteyên DAIŞ’ê di cîhanê de tê nasîn ku YPG, YPJ û şêniyên wê li hember DAIŞ’ê tevî piştevaniya dewleta Tirk şer kir û li ber xwe da. Ew jî rastî bombebarana artêşa dagirker a Tirk hat. Ev bajarê ku DAIŞ û planên Erdogan ên serweriya li ser herêmê têk birine û bi bin xistine, rastî bombebarana artêşa Tirk hat.

Lê QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de, bersiv da çavkaniyên topbaranê û mexfereke artêşa dagirker a Tirk a li hember gundê Siftek ê rojavayê bajarê Kobanê rûxand.

Îdiayên derew û herêmên tên hedefgirtin dewerên dewleta Tirk piştrast dikin

Erdogan ji tevahî cîhanê re aşkera kir ku dixwaze herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di ragihandina li Civata Giştî ya NY’ê hatiye, dagir bike û demografiya herêmê biguherîne. Her wiha Erdogan got dixwaze milyonek koçberên Sûriyê li wan herêman ku di bingehê de 5 milyon lê hene, bi cih bike. Piraniya wan kesên ku Erdogan dixwaze di wir de bi cih bike, ji kesên ku ji herêmên Sûriyê yên dîtir ên di encama şerê di navbera rejîm bi piştevaniya Rûsyayê û komên çete yên bi piştgiriya Tirkiyê de, koçber bûne, da ku piştre sûdê jê wergire.

Dewleta Tirk îdia kir ku sivîl û cihên dîrokî û navendên zindî hedef nagire. Lê belê dewleta dagirker a Tirk destpêkê li Serêkaniyê sivîl bombebaran kir. bajarokê Til Helef ê dîrok bomberan kir. Her wiha jî Bendava Mensora ya li gundewarê Dêrik ku zêdetir milyoneke kes jê avê li Cizîrê vedixwe, bombebaran kir.

Şermezarkirina hikumetên erebî û hêzên navdewletî ya êrîşên dewleta Tirk

Bi ragihandina serokkomarê dewleta dagirker a Tirk a destpêkirina êrîşkirina li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, dengên şermerzarkirina êrîşkirin dest pêk kir. Her wiha YE’yê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk red kirin û banga Tirkiyê ya rawestandinê kir. li rexê jî Fransa, Brîtanya û Almanyayê, Çekya, Belçîka, Danîmark jî êrîşên dewleta Tirk red kirin. Fransa û Brîtanyayê banga lezgîn a lidarxistina Meclisa Ewlehiyê ya nîqaşkirina êrîşên dewleta dagirker a Tirk, kir.

Li Amerîkayê jî dengên Komarparêz û Demokratan bilind bû û her wiha senatorê Komarparêz Lindsey Graham got dê Kongre bihêle Tirkiyê bihayekî mezin der barê vê êrîşkirinê de bide.

Di heman demê de jî senatorê Demokrat Chris Van Hollen bal kişand ser ku divê Tirkiye der heqê êrîşkirina hevalbendên DYA’yê bihayekî mezin bide û wiha got: "Kongre nîqaşa dawîn li ser projeya qanûna ferzkirina cezayan li dijî dewleta Tirk datîne."

Wezîrê Hêzên Çekdar ê Fransayê Florence Barley daxuyand ku êrîşa Tirkiyê li Sûriyê xetere ye û banga rawestandina êrîşê kir.

Hê jî dengên Ewopa û Amerîkayê yên redkirina êrîşên dewleta Tirk bilind dibin

Der barê dewletên Ereb de jî êrîşên dewleta dagirker a Tirk ên bi armanca dagirkirina herêmê û guhartina demografiya wê şermezar kirin. Her wiha Misrê, Erebistana Siûdî, Behreyn, Îmarat, Lubnan, Urdun, Iraq, Lîbya û Hevbendiya Erebî helwestên redkirina êrîşê ragihandin û bang li civîneke awerte ya Hevbendiya Erebî kir.

Hê jî artêşa dagirker a Tirk topbaran û bombebaranan li dijî sivîl û gundên ku tê de şênî hene didomîne. Ji aliyê xwe ve jî QSD di çarçoveya parastina rewa de bersivê dide van êrîşan.

(fr)

ANHA