Pentagon: Tirkiyê, li Sûriyeyê ji nav Fermana Peywira Hewayî hate derxistin

Pentagonê eşkere kir ku Tirkiyê li Sûriyeyê ji nav Fermana Peywira Hewayî hate derxistin.

Pentagon: Tirkiyê, li Sûriyeyê ji nav Fermana Peywira Hewayî hate derxistin
7 cotmeh, 2019   19:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Pentagonê eşkere kir ku Tirkiyê li Sûriyeyê ji aliyê Navenda Operasyonên Hewayî yên Yekgirtî ji nav Fermana Peywira Hewayî hate derxistin û dayîna agahiyên keşf û çavdêriyê ya ji bo Tirkiyeyê jî hatiye sekinandin.

Berdevkê Wezareta Parastina DYA’yê Yarbay Carla Gleason li ser pirsa ku ‘Gelo ev tê wateya ku qada hewayî ji Tirkiyeyê re hatiye girtin’ jî got ku “Di warê teknîkê de nayê vê wateyê, heke aliyek ji nav Fermana Peywira Hewayî were derxistin li wê herêmê bêyî koordînasyonê nikare bifire.”