ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05 . 10. 2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05 . 10. 2019
5 cotmeh, 2019   04:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên Dêrikê sersaxiyê ji malbata şehîd Ebdulletîf Hesen re ê ku li Dêrazorê şehîd bûbû, dixwazin konê sersaxiyê li gundê Bana Qesrê tê venda, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Çalakiya fedaî ya Arîn Mîrkan asta berxwedanê li hember DAIŞ`ê bilind kir û cîhan bi xetereya wan hişyar kir. Çalakiya Arîn Mîrkan di berxwedana Efrînê de bi çalakiya Avesta Xabûr deng veda. (BI WÊNE).

- Şaneya Ebû Elî El-Bêksî ji xeternaktirîn şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li herêma Cizîrê ye û Tirkiye  wek stasyona plankirinê bi kar anî. Her wiha Efrîna dagirkirî bû herêma derbaskirinê ya ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve da ku êrîşên xwe pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Nûnera Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê ya herêma Serêkaniyê Fatime Mûsa diyar kir ku mekanîzmaya avakirina komîteya destûrê binpêkirineke mezin e der heqê pêkhateyên herêmê de û 5 milyon kesan paşguh dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Meclîsa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl got,  gefeên Erdogan di çarçoveya hewdanênê wî yên guhertina demografiyaya herêmê de tên û anî ziman ku Erdogan hewl dide vê yekê bi rêya bicihkirina penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

- Şoreşên gelan, çi li cîhana Ereban be çi jî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê be, her wiha hişyariyên Ewropayê yên li dijî dewleta Tirk planên Erdogan ên bi armanca vejandina desthilata Osmanî qels kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Malbata têkoşer Arîn Mîrkan, keça xwe di salvegera 5’emîn de bi bîr anî û soz da ku li ser rêya wê bimeşin ku çawa Kobanê rizgar bûye dê Efrînê jî rizgar bikin. Dayika Arîn Mîrkan got “Dê bi zendên şervanên me rêça şehîdan bê şopandin û Efrîn rizgar bibe.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA