Li Helebê têkildarî komploya 9‘ê Cotmehê civînek hate lidarxistin

Li Helebê têkildarî salvegera 21‘an a komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Abdullah Ocalan civîneke hate lidarxistin.

Li Helebê têkildarî komploya 9‘ê Cotmehê civînek hate lidarxistin
Li Helebê têkildarî komploya 9‘ê Cotmehê civînek hate lidarxistin
Li Helebê têkildarî komploya 9‘ê Cotmehê civînek hate lidarxistin
Li Helebê têkildarî komploya 9‘ê Cotmehê civînek hate lidarxistin
4 cotmeh, 2019   16:36
HELEB

Bi nêzîkbûna salvegera 21‘emîn a komploya 9‘ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Meclisa Giştî ya Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê civîneke berfireh li beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê li dar xist.

Bi dehan şêniyên bajarê Helebê, di nav de nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û rûspî di civînê de made bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre rêveberê TEV-DEM‘ê Sebrî Efrîn bi zimanê kurdî û rêvebera Kongreya Star Nehla Mustefa bi zimanê erebî axivîn.

Di axaftinan de bal hate kişandin ser komployê û armancên wê. Hate gotin ku gelek dewlet bi armanca şikandina tevgera azadiya Kurdistanê û şoreşên wê  komployek pêk anîn.

Kesên axivîne gotin, Ocalan tevî mercên girtinê komplo vala derxist û ji bo çareserkirina doza kurdî bi rêya aştî û diyalogan û peydakirina guhertineke stratejîk di têkoşîna azadiyê de têkdikoşe.

Her wiha bal hate kişandin ku dewleta Tirk û alîgirên wê bi hemû rêbazan hewl dide rêya têkoşînê bixetimîne ji ber ku armanca wê qirkirina gelê Kurd e û dagirkirina hemû herêman û guhertina demografiya wê ne.

Kesên axivîne banga mezinkirina têkoşînê û derketina li qadan ji bo şermezarkirina komployê kirin.

Di dawiya civînê de dirûşmên banga azadiya Ocalan hatin berzkirin.

ANHA