ANHA hevdîtinên bi çeteyên ku teqîn û kuştin li Bakur û Rojhialtê Sûriyê plankirin û pêk anîne re diweşîne

Ji sibe ve, dê ajansa ANHA’yê hevpeyvîna ku ni emîrê şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê re çêkiriye, biweşîne. Emîr gelek teqîn pêk anîn. Her wiha di êvara Newroza 2015’an de û gelek êrîşên dîtir, li herêma Cizîrê pêk anîn. Ji wan êrîşan jî hedefgirtina dewriyeya Koalîsyona Navdewletî û kuştina Merwan Fetîh in.

ANHA hevdîtinên bi çeteyên ku teqîn û kuştin li Bakur û Rojhialtê Sûriyê plankirin û pêk anîne re diweşîne
3 cotmeh, 2019   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî têkbirina DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê erdnîgarî ve, Hêzên Sûriyê Demokratîk(QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi hemleya li dijî şaneyên veşartî ya çeteyên DAIŞ’ê kir. Istîxbarata leşkerî ya QSD’ê serçeteyê ku bi Emîrê Ewlekariyê li derve tê nasîn û cîgirê bi navê Bewalî El-Berke Abdulrezaq Heme El-Selame tên nasîn, girt. Wan her duyan bi dehan êrîş ji mayînkirin, çandina mayînan û dayîna agahiyan, pêk anîn. Ji wê zêdetir jî leşkerkirina bi dehan şaneyan li Herêma Cizîrê, derxistina endamên çeteyên DAIŞ’ê ji Sor, Hecîn û Baxozê piştî çemberkirinê û jinûve leşkerkirina di nava şaneyên veşartî de, pêk anîn.

Istîxbarata leşkerî ya QSD’ê serçeteyê herî xeternak ê ku bi navê Ebû Elî El-Bêskê tê nasîn girt. El-Bêskî, hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê, kuşt. Her wiha êrîşî dewriyeya Koalîsyona Navdewletî di 21’ê Çileya 2019’an li ser rêya Hesekê-Şedadê ya ku bi rêya 47’an tê nasîn, kir.

Ajansa ANHA’yê bi serçete Ebû Muaz û serçeteyê şaneyê Ebû Elî El-Bêskî re hevpeyvîn çêkir û dê sibe bê weşandin.

(fr)

ANHA