Siûdiyê îdiayên Îranê yên navbeynkariyê red kirin

Erebistana Siûdî îdiayên Îranê yên navbeynkariya di navbera her du welatan de red kir û diyar kir ku welatên cîran bi vê yekê rabûne û helwesta Riyadê ew e ku agirbest ji aliyê hewldana gendeliyê dike ve pêk were.

Siûdiyê îdiayên Îranê yên navbeynkariyê red kirin
2 cotmeh, 2019   08:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Independent a Brîtanyayê di rûpela xwe ya erebî de ragihand ku wezîrê karên derve yê Siûdiyê Adil Cibêr got îdiaya berdevkê rejîma Îranê ya ku Erebistanê name ji Îranê re şandine, bê bingeh e lê belê dewletên cîran banga agirbestê kiriye wan jî gotiye her dem Erebistana Siûdî banga aramiyê dike, her wiha divê agirbest ji aliyê welatê ku hewldana gendeliyê dikin, pêk were, di gel ku wan helwesta xwe der heqê rejîma Îranê de ji wan re parve kir, nexasim di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de.

Di vê der barê de piştî tawanbarkirina Tehranê bi êrîşkirina şîrketa Aramco, serokwezîrê Pakistanê Omer Xan û wezîrê karên derve yê Umanê Yusif Bin Alewî navbeynkariya xwe der heqê aramiya li Kendavê de eşkere kir.

Cibêr bersiva berdevkê rejîma Îranê li ser Twitterê da û got Erebistana Siûdî bi rejîma Îranê re behsa Yemenê nekiriye û dê neke, rewşa Yemenê berpirsyariya hemû pêkhateyên wê ye, her wiha aloziya wê jî ji ber destwerdana Îranê di ewlehî û qada siyasî de ye.

Her wiha got heke rejîma Îranê aştiya Yemenê dixwaze, çima di demên berê de destek neda gelê Yemenê û berevajî vê yekê wêranî pêk anî?

Serokê parlemana Îranê Alî Larîcanî ji çapemeniyê re diyar kir ku Siûdî ji çareseriya aloziyan re amade ye, her wiha diyalogên Siûdî-Îranî dê kilîta çareseriya gelek pirsgirêkên li herêmê bin.

Berdevkê karên derve yê Îranê Abbas Mûsawî jî got heke Siûdî ji çareseriya aloziyê re amade be, ew jî amade ne.

(eh)