Xwendekarên Efrînê: Em ê li hember astengiyan biserkevin

Bi hezaran xwendekarên Efrînê ji bo xwendina xwe bibin serî, di duyemîn sal a li kantona Şehba û navçeya Şîrewa de, berê xwe didin avahiyên niştecîbûnê yên ku wek dibistanan hatine amadekirin. Xwendekaran îsrar dikin ku ji bo temamkirina xwendina xwe, li hemberî hemû astengiyan serbikevin.

Xwendekarên Efrînê: Em ê li hember astengiyan biserkevin
Xwendekarên Efrînê: Em ê li hember astengiyan biserkevin
Xwendekarên Efrînê: Em ê li hember astengiyan biserkevin
Xwendekarên Efrînê: Em ê li hember astengiyan biserkevin
Xwendekarên Efrînê: Em ê li hember astengiyan biserkevin
2 cotmeh, 2019   07:47
EFRÎN – HENAN MIHEMED

Xwendekarên kantona Efrînê, li dûrî warên xwe pêşwaziya duyemîn sala xwendinê kirin. Xwendekaran ji ber êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, berê xwe dane kantona Şehbayê. Dibistan di êrîşên leşker û çeteyên Tirkiyê de hatin rûxandin û ji xwe re kirin baregehên leşkerî.

1450  xwendekar asta seretayî di 11 dibistanên Şêrewa de hatine wergirtin. Hin ji wan li kampa Şehba û kampa El-Ewde, ne. 200 xwendekarên asta navîn jî li 3 dibistanan dixwîn in. Herwiha di du dibistanên asta amadeyî de jî 70 xwendekar dixwîn in.

Nûçegihanê ajansa me berê xwe da dibistanên Şêrewa û nerîna xwendekaran girt. Xwendekarê bi navê Husên Husên jî yek ji xwendekarên refa pêncan di dibistana Şehîd Şoreş Rojava ya gundê Dêrcemal a ser bi navçeya Şêrewa de dixwîne. Husên wiha got:`` Ji ber êrîşa çeteyan a ser dibistanên me û derketina me ji bajarê Efrînê, me nikarî xwendina xwe temam bikin. Lê her çiqas artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dibistanên me xirabe kirîn jî, em dest ji hînbûn û fêrbûna xwe bernadin.``

Husên destnîşan kir ku xwendekarên Efrînê tu carî dest ji ziman, xwendin û dibistanên xwe bernadin.

Xwendekara refa dehan a dibistana Şehîd Dîdar a navçeya Şêrewa, Roşîn Miqdad jî wiha got:`` Em xwendina dikin û em ê li ser vê yekê jî dewam bikin. Ev yek ji bo dagirkeriya Tirk wek nameyekê ye û naveroka wê ew e ku tevî topbarana li ser gundên me, em ê nehêlin ew bigihîn armanca xwe. Em ê bi xwendinê dagirkeriyê ji Efrînê derbixin.``

Xwendekara bi navê Sîmav Kose jî got:`` Zimanê me pênaseya çanda me û bingeha hebûna me ye. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topbarankirina dibistanên Efrînê armanc kir ku hebûna me îmha bike û xwendina bi zimanê Tirkî di dibistanên Efrînê de ferz bike. Çete siyaseta xwe ya topbarankirina gundên Şêrewa berdewam dikin, lê em tu carî dest ji wê bernadin.``

Ji rêveberên dibistanên Şêrewa Awaz Hesen jî ev tişt got:`` Tevî ku gund û navçeya Şêrewa tên tobarankirin jî, lê zaroyên Efrînê bi îsrar û berxwedana xwe karîbûn li hemberî tevahiya astengiyan serbikevin û bi vebûna deriyên dibistanên navçeya Şêrewa, xwendina xwe bi zimanê dayikê dewam dikin.``

Li gorî rêveberiya dibistanên navçeya Şêrewa, cihê xwendinê avahiyên nişteciyê ne, ew wek dibistanan hatine amadekirin da ku tevahiya xwendekaran tê de bixwîn in. Herwiha pêdiviyên xwendinê û qirtasiyên dibistanan jî pir kêm in.

(bm)

AHNA