‘Dibe ku dîsa li Idlibê şer destpê bike’

Endamê Buroya Têkiliyan ê Meclisa Sûriya Demokratîk Bedran Hemo got: “Ne dûre  ku li Idlibê jinûve şer di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyan de derbikeve. Ji ber ku parêzgeha bakurê rojava ji her du aliyan re girîng e.”

‘Dibe ku dîsa li Idlibê şer destpê bike’
2 cotmeh, 2019   05:48
HELEB – MIHEMED EBDO

Tevî lihevkirinên siyasî yên di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê de ku bi navê aramkirina rewşa li parêzgeha Idlibê, lê alozî hîna berdewam e.

Li aliyekî din hêzên rejîma Sûriyê dixwaze bi hevkariya Rûsyayê parêzgehê kontrol bike. Dewleta Tirk a dagirker a ku destekê dide komên çete vê parêzgehê wekî nuqteyeke stratejîk dibîne da ku hebûna xwe ya li Sûriyê dirêj bike û destê xwe bixe prosesa siyasî ya li welêt.

Endamê Buroya Têkiliyan ê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Bedran Hemo got: "Idlib herêma aktîv a kombûna çeteyan e. Ji aliyê rejîmê ve nuqteyek ku parêzgehên girîng ên Sûriyê û paytextê bi hev ve girêdide, ye. Ji aliyê girîngiya statejîk ve jî navendeke ji bo xurtkirina helwesta siyasî ya Rejîmê ye.”

Hemo teqez kir ku rejîma Sûriyê tevî gelek civînên li Astanayê, di navbera welatên garantor de ji bo agirbestê  hewl dide çareseriya leşkerî ferz bike.

Hemo gotinên xwe wiha domand: “Idlib ji bo Rejîmê nuqteyeke aktîv a bazirganiyê ye. Da bi rêya bazirganiya transit a ji destpêka aloziyê ve rawestiya ye, tawîzên windahiyên xwe yên aborî vegerîne. Her wiha Idlib tova qezenciyên aboriyê ye ku ji rêyên navneteweyî têne peydakirin . Ev yek ji aliyê Rûsyayê ve hatiye pêşniyarkirin."

Derbarê gefên rejîma Sûriyê yên li ser nuqteyên Tirkiyê Hemo got: "Nabe rastî were veşartin, nuqteyên Tirkiyê ji bo parastina çeteyên ku xizmeta Tirkiyê dikin e. Ev gef dê fi rojên bê xeteriyek din çêbike. Ew jî rakirina nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê ye.”

Hemo destnîşan kir ku aliyê yekemîn ku zirarê ji her êrîşeke leşkeri bigire, gelê Sûriyê ye. Hemo wiha pê de çû: “Ev jî li dijî bingeh û rêgezên Meclisa Sûriye Demokratîk e ji ber wê meclis vê tiştî red dike. Em hemû dizanin ku çete li Idlibê kom bûne, eger tejîma Sûriyê wê herêmê kontrol bike, Tirkiyê ji bo xizmeta ajandeyên xwe dê wan çeteyan veguhêzîne herêmên din."

Hemo wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ji ber gelek sedeman çeteyên li Idlibê nikarin bibin yek. Ji ber ku helwesta Tirkiyê lewaz e. Pir dûre ku çete cesaret bikin  ku êrîşî Helebê bikin.”

(bb/bm)

ANHA