Kampa Holê… an tev li dewreyên şerî yên dizî bibin, an jî lêdan û kuştin!

Li kampa Holê jinên DAIŞ`î yên Rûsî 2 jinên DAIŞ`î ku xwişkên hev in, kutan û her wiha cenazeyê jinekê li nêzî kanalîzasyonê hate dîtin.

Kampa Holê… an tev li dewreyên şerî yên dizî bibin, an jî lêdan û kuştin!
Kampa Holê… an tev li dewreyên şerî yên dizî bibin, an jî lêdan û kuştin!
Kampa Holê… an tev li dewreyên şerî yên dizî bibin, an jî lêdan û kuştin!
Kampa Holê… an tev li dewreyên şerî yên dizî bibin, an jî lêdan û kuştin!
Kampa Holê… an tev li dewreyên şerî yên dizî bibin, an jî lêdan û kuştin!
Kampa Holê… an tev li dewreyên şerî yên dizî bibin, an jî lêdan û kuştin!
29 îlon, 2019   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji kampa Holê ragihand ku 2 jinên DAIŞ`î ji aliyê jinên DAIŞ`î yên Rûsî ve li kampê rastî lêdanê hatin, ji ber ku tev li dewreyên şerî yên veşartî nebûne ku jinên DAIŞ`î li ser jinên din ên kampê ferz dikin û wan wek jinên ji rêya DAIŞ`ê derketine, bi nav dikin.

Di kampa Holê de zêdetirî 71 hezar kes ji koçber, penaber û malbatên çeteyên DAIŞ`ê û biyanî hene, hejmara malbatên çeteyên biyanî nêzî 11 hezar kes ji jin û zarokan in. Tevî bangên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê dewletên malbatên çeteyan, wan pêşwazî nakin.

Têkildarî daneyên bûyera ku li kampa Holê rû da, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kampê da zanîn ku her du xwişk Esma û Mehrem Mehmûd, ku tev li jinên ku beşdarî çeteyên DAIŞ`ê bûne, ji Tirkistanê ne, ji aliyê jinên DAIŞ`î yên Rûsî ve rastî lêdanê hatin.

Li gorî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kampa Holê ku ji ber lêdanê, şikestin di canê her du xwişkan de çêbûye û rûyê wan birîn bûye.

Sedema êrîşa jinên DAIŞ`î yên Rûsî ji her du xwişkan re, ku tev li dewreyên şerî yên veşartî ku jinên DAIŞ`ê di kampa Holê bi awayekî veşartî li dar dixin, ku di beşa bi navê "El-Muhacîrat" tê naskirin, nebûn.

Bi dehan jinên ku tev li çeteyên DAIŞ`ê bûn, bi rêya dezgehên çapemeniyê bang li dewletên xwe kir ku wan vegerînin, lê bangên Rêveberiya Xweser û bangên jinên DAIŞ`ê heta niha tu dengvedan nedaye.

Cenazeyê jinekê hate dîtin

Têkildarî mijarê û di rêze sûcên ku ji aliyê jinên çeteyên DAIŞ`ê li kampa Holê pêk tên, Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro sibehê cenazeyê jinekê li beşa bi navê "El-Muhacîrat" li nêzî kanalîzasyonê dît, tê texmînkirin ku li ser destê jinên DAIŞ`ê hatiye kuştin.

Li gorî raporên tenduristiyê, ku kuştina jinê ev nêzî 10 roj e pêk hatiye, sedema kuştina wê ku bi amûreke tûj di serî de hatiye lêdan, her wiha gelek cihên laş şikestî ne. Lê nasnameya cenazyê jina kuştî nehatiye naskirin.

Ev rewşên wiha, ne cara yekemîn e ku di beşa "El-Muhacîrat" de pêk tê, gelek rewşên mîna vê pêk hatin, di nav de ku DAIŞ`yekê neviya xwe ji ber ku cilên DAIŞ`ê li xwe nekirin, di 25`ê Hezîranê de ew kuşt, her wiha kuştina jineke ji nasnameya Îndonîzî ji aliyê komeke jinên DAIŞ`ê di 28`ê de Tîrmehê de, her wiha jineke DAIŞ`î bi kêrê endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampê birîndar kir û penaberekî Iraqî hate kuştin.

(jo)

ANHA