Hûsî: Me bi hezaran leşkerên Siûdiyê dîl girtine

Hûsiyên Yemenê ragihand ku di dema êrîşeke berfireh de wan bi hezaran leşkerên Erebistana Siûdî dîl girtine û her wiha dest danîne ser gelek wesayitên zirxî Koalîsyona Erebî.

Hûsî: Me bi hezaran leşkerên Siûdiyê dîl girtine
29 îlon, 2019   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkekî leşkerî yê Hûsiyan ji televîzyona E-Mesîra re axivî û got Erebistana Siûdî li herêma sînor a nêzî wîlayeta Necranê dest bi êrîşeke berfireh kiriye.

Li gorî berdevk Yahya Sarea, di operasyona bi piştevaniya droneyan û bataryayên parastina hewayî de, 'bi giştî 3 tûgayên dijmin' hatin têkbirin.

Yahya Sarea anî ziman ku bi hezaran leşkerên Koalîsyona Erebî hatine girtin û di nava wan de gelek efser û leşkerên Siûdiyê hene. Berdevk her wiha anî ziman ku wan dest daniye ser bi sedan wesayitên zirxî. Berdevk wiha got: "Operasyonê 72 saetan dom kir. Hêzên me li wîlayeta Necranê qadeke ji sedan kîlometreyî kontrol kir."

Sareya destnîşan kir ku wê bi dîmenan detayên operasyona li herêma Necranê ragihînin.