Komîteya Perwerdeyê ji bo veguhastina xwendekaran erebeyan peyda dike

Xwendekarên du gundên navçeya Tirbespiyê di çûyîna dibistanê de zehmetiyan dikişînin, ji ber ku ji dibistana gundê derdorê re hatine veguhastin. Ji aliyê xwe ve komîteyê diyar kir ku ew ê erebeyên veguhastinê ji bo wan xwendekaran peyda bike.

Komîteya Perwerdeyê ji bo veguhastina xwendekaran erebeyan peyda dike
Komîteya Perwerdeyê ji bo veguhastina xwendekaran erebeyan peyda dike
Komîteya Perwerdeyê ji bo veguhastina xwendekaran erebeyan peyda dike
Komîteya Perwerdeyê ji bo veguhastina xwendekaran erebeyan peyda dike
Komîteya Perwerdeyê ji bo veguhastina xwendekaran erebeyan peyda dike
Komîteya Perwerdeyê ji bo veguhastina xwendekaran erebeyan peyda dike
Komîteya Perwerdeyê ji bo veguhastina xwendekaran erebeyan peyda dike
29 îlon, 2019   08:00
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Ji ber ku hejmara kadroya perwerdeyê û xwendekarên kêm e, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tirbespiyê dibistanên her du gundên Otcile û Alareş li bakurê navçeyê girtin û xwendekarên wê veguhastin dibistana gundê Til Xatûn ê ku bi 2 km ji Otcile û 3.5 km ji Alareş dûr e.

Ji ber wê xwendekar neçar dimînin ku peyayî heya dibistana nû bimeşin. Ev tişt bû cihê nerazîbûna malbatên wan bi taybet bi nêzîkbûna zivistanê re û ji ber ku rêya sereke ya ku her sê gundan gihîne hev, di zivistanê de ji xizmetê der dikevin û nayê sererastkirin.

Xwendekara bi navê Dîcle Serhed a ji gundê Otcile got: "Ez ji dibistanê hez dikim û dixwazim fêrî zimanê xwe bibim. Lê ez û hevalên xwe neçar dimînin rêyek dirêj qut bikin heya ku em bighêjin dibistanê."

Ji aliyekî din ve xwendekarê refa 3 ya seretayî Dênîz Ciwan ê ji gundê Alareş got: "Rêya gundê wan asê ye. Heya em bighêjin gund em zehmetiyan dikişînin."

Êzidîn Ferho bavê du şagirtina asta seretayî ye ji gundê Otcle diyar kir ku ew ji biryara Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ji bo girtina dibistana gundê wan nerazî ye û wiha domand: "Xwendekarên gund neçar dimînin 2 km bimeşin heya bighêjin dibistana nû. Zivistan li ber derî ye. Di sibehan de dinya wê sar bibe û di piraniya deman de dê baran bibare."

Ferho ji Komîteya Perwerdeyê xwest ku çareseriyên guhcew ji wan re peyda bikin ji bo zarokên wan xwendina xwe temam bikin.

Nûçegihanê ajansa me biryara Komîteya Perwerdeyê û sedemên wê ji nêz ve  naskir. Endamê rêveber ê Komîteya Perwerdeyê Ferhad Hisên sedem vegerand hejmara kêm a xwendekaran di her du dibistanan de. Hejmara wan di her dibistanekî de 15 xwendekar derbas nake. Tevî ku li cem wan hejmara kadroya perwerdeyê jî kêm e.

Hisên destnîşan kir ku eger her dibistan bêne vekirin dê tevahiya xwendekaran bi hev re di fêrgehekê de bixwînin. Ew jî bandor li asta têghiştina wan dike. Hisên diyar kir ku waneyên xwendekarên refa yek ji yên refa şeş cudatir in.

Di nav gotinên xwe de Hisên balkişand ser ku ew hewl didin dibistana gundê Til Xatûn bikin dibistek nimune ya ku tevahiya refên xwendinê yên asta seretayî tê de peyda dibin.

Girêdayî hejmara kêm a kadroya perwerdeyê Hisên sedema vegerand ku Desteya Perwerdeyê peymangehên amadekirina mamosteyan li herêma Cizîrê girtine. Ew jî bû sedema ku hejmara mamosteyên zimanê kurdî û beşên din kêm bibin.

Hisên bang li Desteya Perwerde û Fêrkirinê kir ku careke din wan peymangehan vebike di nav de Peymangeha Şehîd Hessan a navçeya Tirbespiyê da ku vê kêmasiyê derbas bikin. Her wiha bang li Şaredariya Gel kir ku pêwîste rêyên sereke yên  di navbera gundan de û di zivistanê de ji xizmetê derdikevin, sererast bike ji bo ku li hember prosesa perwerdehiyê nebin asteng û veguhastina xwendekar û mamosteyan hêsan bike.

Li ser bangawaziya xwendekaran û malbatên wan girêdayî zehmetiyên ku dikşînin heya bighêjin gundê Til Xatûn Hisên tekez kir ku Komîteya Perwerde û Fêrkirinê dê erebeyên veguhastinê ji wan re peyda bike. Ji bo ku rojane wan ji gund bibin dibistanê û piştre vegerînin malên wan.

(şx)

ANHA