Çalakiyên piştevaniya dirûnî yên ji bo şêniyên Efrînê didomin

Komîteya Piştevaniya Dirûnî çalakiyên ji bo şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê didomîne.

Çalakiyên piştevaniya dirûnî yên ji bo şêniyên Efrînê didomin
Çalakiyên piştevaniya dirûnî yên ji bo şêniyên Efrînê didomin
Çalakiyên piştevaniya dirûnî yên ji bo şêniyên Efrînê didomin
28 îlon, 2019   15:26
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker di Çileya 2018‘an de bi deh hezaran çeteyan û bi dehan balafirên şer û tanakan êrîşên hovane birse li ser Efrînê ku her cih wêran kir. Şêniyên Efrînê neçar man ku berî bidin Şehbayê û di kamp û malên kavilkirî de bi cih bibin.

Bi armanca ku bandor şer di mejiyê şêniyan e bi taybet ji bo zarokan, Komîteya Piştevaniya Dirûnî hate avakirin. Komîte ev zêdeyî salekê çalakiyan  ji bo şêniyan li dar dixîne.

Komîteyê bi hevkariya rêxistina Heyva Sor a Kurd çalakiyeke ji bo dayikên li kampa Serdemê li dar xist. Di çalakiyê de şano û lîstik û pêşbirk hatin lidarxistin.

Endama Komîteya Piştgiriya Dirûnî Meryem Hemo ji dayikan re stra. Di dawiyê de govend li ber stranan hatin gerandin.

Komîteyê dê mîna van çalakiyan li hemû kampên li Şehbayê li dar bixe.

ANHA