Li Serêkaniyê wergirtina berhemên pembo destpê kir

Navenda Sefih a herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê dest bi wergirtina berhemên bembo ji cotkaran kir.

Li Serêkaniyê wergirtina berhemên pembo destpê kir
Li Serêkaniyê wergirtina berhemên pembo destpê kir
Li Serêkaniyê wergirtina berhemên pembo destpê kir
Li Serêkaniyê wergirtina berhemên pembo destpê kir
Li Serêkaniyê wergirtina berhemên pembo destpê kir
28 îlon, 2019   13:44
HESEKÊ

Rûbera çandina pembo li bakurê Sûriyê ji ber aloziya li Sûriyê kêm bibû. Lê piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê û girîngiya ku Rêveberiya Xweser dide çandina pembo vegeriya mîna berê.

Rêveberiya Xweser beriya 3 salan piştî ku hemû pêwîstî ji cotkaran re peyda kir, berhemê pembo ji cotkaran dikirî û pirsgirêkên kêmbûna çandina pembo çareser kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo wergirtina pembo 5 navend diyar kir, her wiha buhayê her kîloyeke li gorî radeya başbûna wê diyar kir. Ferqa di navbera radeya yekemîn û dehan 10 lîreyên sûrî ye.

Navenda Sehif a herêma Serêkaniyê ji navendên îro dest bi wergirtina berhemê pembo kiriye. Berpirsan diyar kir ku ew navend dikare rojane 2 hezar ton ji bembo werbigre.

Gerînendeyê Giştî yê kargehê û derxistina pembo ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ehmed Yûnis diyar kir ku navenda Sefih dikare 25 hezar ton ji pembo werbigre (Rojane 2 hezar ton).

Yûnis bang li cotkaran kir ku destpêkê serî li komîteyên çandiniyê yên li herêmê bidin da ku belgeyên pêwîst bigre û navê xwe di navendê de qeyd bikin.

Yûnis destnîşan kir ku piştî wergirtina pembo bi 15  heta 20 rojan cotkar dikarin fatoriyên xwe bigrin.

(bx)

ANHA