Gundên Şêrawa têne topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran dikin.

Gundên Şêrawa têne topbarankirin
28 îlon, 2019   06:28
EFRÎN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku gundê Birc Qas û Kalotepe yên navçeya Şêrawa ya Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên yên xwe li gundê Berad bi cih kirine, têne topbarankirin.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku heta niha bi dehan top li derdora gundên navborî ketine.

Topbaran didome.

(bx)

ANHA