Hiqûqnas: Tecrîdkirina Ocalan, qedexekirina çareseriyan e

Hiqûqnasên herêma Efrînê yên li kantona Şehbayê gotin: “Armanca tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, qedexekirina çareseriyên ji bo aloziya Rojhilata Navîn e. Em bang li rêxistinên hiqûqî dikin ku rola xwe bilîzin.”

Hiqûqnas: Tecrîdkirina Ocalan, qedexekirina çareseriyan e
28 îlon, 2019   06:21
ŞEHBA-MIZGÎN HEMO

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne. Dewleta dagirker nahêle parêzer û malbata Rêber Ocalan hevdîtinan pêre çêkin.

Hiqûqnasên herêma Efrînê, derbarê armanca tecrîdê de ji ajansa me re axivîn.

Hiqûqnas Reşîd Mihemed got: “Tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan li dijî qanûnên navdewletî û mafên mirovan e. Pêngava çalakiyên greva birçîbûnê yên ku bi serkêşiya Leyla Guven û hevrêyên wê hat avêtin, hikumeta AKP’ê neçar kir ku bihêle parêzer serdana Rêbertî bikin. Lê belê tecrîd heta roja îro berdewam e."

Parêzer Cebraîl Mistefa jî diyar kir ku Rêbertî di nameya xwe de hin pêşniyarên çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn, bi rê kirine û wiha axivî: "Dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe, naxwaze pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bên çareserkirin."

Cebraîl Mistefa destnîşan kir ku dewleta Tirk heman siyaset li hember şaredariyên Bakurê Kurdistanê jî da meşandin û wiha pê de çû: “Hikumeta AKP’ê dûrî demokrasî û mafên mirovan e."

Di dawiyê de Mistefa Cebraîl got: “Em bi navê hiqûqnasan bang li rêxistinên hiqûdnas, mirovî û dewletên hevalbend dikin ku rola xwe li hember tecrîdê û li hember komploya ku dewleta Tirk pêk tîne, bilîzin. Heke tecrîdê berdewam bike, dê Tirkiye berdêla wê bide.”

(fr/bm)

ANHA