Serokê Fransayê yê berê Chirac wefat kir

Dezgehên Çapemeniya Fransa îro ragihandin, ku serokê berê yê Fransayê  Jacques Chirac di 86 saliya xwe de, koça dawî kir.

 Serokê Fransayê yê berê Chirac wefat kir
26 îlon, 2019   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

AFP`ê li ser zimanê malbata serokê berê yê Fransayê ragihand ku Jacques Chirac çû ser dilovaniya xwedê.

Di sala 1995`an Chirac bû serokê Fransayê û heta 2007`an ser desthilatê ma, paşê di 2011`an de dadgeha Fransayê bi tewana zextekirina bacan, Jacques Chirac hate tewanbarkirin û cezaya 2 salan hate birîn.

(eh)