ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26.09.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26.09.2019
26 îlon, 2019   04:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin

-Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kongreyek çapemeniyê girêdayî helwesta xwe li hember avakirina komîteya amadekirina destûra Sûriyê û dûrxistina nûnerên wê, saet 12:00`an li navenda desteyan li navçeya Eyn Îsayê li dar dixe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Dêrikê li Qada Azadî di çarçoveya hemleya Kongreya Star a bi dirûşmeya Ax û rûmeta xwe biparêzin û dagirkerî û DAIŞ`ê tune bikin de dimeşin saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên El-Salhiyê yên ji herêmên xwe koçber bûne tekez kir ku dê protestoyan li dijî rejîma Sûriyê ya ku ew neçar koçberiyê kirine heta ku rejîma ji warên wan derkevin, bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Piştî dagirkirina Efrînê keça xwe ya astendar hildigire û berê xwe dide tevahiya bendên kontrolê da ku ji Efrînê derkeve. Piştî gelek zehmetiyan wê ji çeteyan xilas dike û dighîne kantona Şehbayê lê mirirn heta wir li pey wê ma. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Fermandarê Hêzên El-Şîmal Demokratî Ebû Umer El-Idlibî pêşbîn kir ku dê li parêzgeha Idlibê piştî lidarxistina lûtkeya sêalî ya "garantorên Astanayê" ya li payetexta Tirkiyê Enqereyê, şer gur bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endamê Desteya Fermandar a Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyê derfetên serketina xebata komîteya destûrê ya ku hatiye ragihandin, kêm dît. Her wiha diyar kir ku mekanîzmaya ku pê komîte hatiye avakirin û tunebûna nûnerên Rêveberiya Xweser tê de, dê bibe sedemên binkeftina komîteyê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

-Lêkolînerê siyasî yê zanîngeha El-Qahîre Nasir Meimûn Îsî diyar kir ku ew hebûna lihevkirinek îranî, tirkî û qeterî girêdayî rûdanên ku li herêmê di vê dawiyê de rû didin ji xwepêşendanên li Misirê û êrîşên li dijî Aramko li Sûdiyê û keştiyên petrolê li nêzî beravên Îmaratê , dûr nexist. Her wiha tekez kir ku gelê misirî naxwaze bûyerên Çileya 2011`an dubare bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê sermînerek bi navnîşan Êrîşa Çandî li Hola Navenda Çand û Hunerê organize dike saey 13:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Li navçeya Erîşa 138 dibistan hatin vekirin û hê jî xebata vekirina 3 dibistanên dîtir da ku pêşwaziya xwendekar û kadroyên perwerdê bikin. Her wiha da ku perwerde baş pêk bê. Li aliyekî din jî ji ber piştevaniya malbatan, pêşwazîkirineke mezin ji hêla xwendekaran ve heye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Piştî 50’î salî çandiniya biric ji nû ve vedigere herêma Dêrikê, bi taybet piştî barana dijwar û zêdebûna kaniyan li herêmê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi armanca gihandina kehrebeyê ji gundewarê Minbicê re bi awayekî wekhev û adil, Şirketa Kehrebeyê hewl dide 16 kilîtên ampêr li gundewarê bajêr bi giştî terkîb bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA