Çeteyên Tirkiyê li Şerayê 200 darên zeytûnê şewitandin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker îro zêdetirî 200 darên zeytûnê li navçeya Şera ya  Efrînê şewitandin.

Çeteyên Tirkiyê li Şerayê 200 darên zeytûnê şewitandin
25 îlon, 2019   19:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ji Efrînê ji ajansa me re tekez kirin ku çeteyên dagirkeriya Tirk binpêkirin û sûcên xwe der heqê şêniyên Efrînê û xwezaya wê de didomînin. îro çeteyan zeviyên zeytûnê yên gundê Metîna yê girêdayî navçeya Şera li kantona Efrînê dan ber agir. Di encamê de zêdetirî 200 darên zeytûnê yên dagirtî şewitîn.

(şx)

ANHA