Komîteyên lihevanînê du êlên Girê Spî li hev anîn

Komîteyên Lihevanînê û şêx êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nakokiyek çareser kirin û du êlên El-Bû Esaf û El-Hinade piştî ku zêdetirî salek û nîve bi nakok bûn li hev anîn.

Komîteyên lihevanînê du êlên Girê Spî li hev anîn
Komîteyên lihevanînê du êlên Girê Spî li hev anîn
Komîteyên lihevanînê du êlên Girê Spî li hev anîn
Komîteyên lihevanînê du êlên Girê Spî li hev anîn
Komîteyên lihevanînê du êlên Girê Spî li hev anîn
Komîteyên lihevanînê du êlên Girê Spî li hev anîn
Komîteyên lihevanînê du êlên Girê Spî li hev anîn
Komîteyên lihevanînê du êlên Girê Spî li hev anîn
Komîteyên lihevanînê du êlên Girê Spî li hev anîn
Komîteyên lihevanînê du êlên Girê Spî li hev anîn
25 îlon, 2019   16:25
GIRÊ SPÎ

Beriya salek û nîvî, nakokiyek di navbera her du êlên El-Bû Esaf û El-Hinade yên kantona Girê Spî de çêbû. Bi armanca rawestandina xwînê û bidawîkirina nakokiyê, komîteyên lihevanînê yên tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî tevlibûna hejmarek ji êlên Ereb û Kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mudexele kirin da ku nakokiyê bi dawî bikin. Ji bo wê celseya lihevanînê îro li dar ket.

Êla El-Bû Esaf 6 kom li gundê El-Menkî yê ku bi 25 km li başûr û rojhilatê bajarê Girê Spî ye vedan. Fermendar û şervanên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî, fermendarên Hêzên Sûriye Demokratîk, kesayetên siyasî ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êl û rûspiyên êlên Kurd û Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li celseyê bûn.

Celseya lihevanînê bi hatina rûsiyên êlên nakok destpê kir. Piştre gelek axaftin hatin kirin jê cîgirê hevserokê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid ê ku bi xêrhatina beşdaran û tevahiya aliyên ku hewl dan celseya lihevanîn li dar bixin kir.

El-Ebid got: "Em hîna bi urf û adetên xwe yên resen ve bi rêya lihevanînê û vegerandina giyana xweşbinî û biratiyê di navbera şêniyên civakekî de girêdayî ne."

Paşê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamêd El-Mihbaş axivî û got: "Di destpêkê de em spasiya xwediyê vê konê yê ku delîlê resenî û mîrxaziyê ye dikin. Ji aliyê xwe ve wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em her du êlên El-Bû Esaf û El-Hinade spas dikin ku zimanê hiş bi kar anîn û lihevanîn qebûl kirin. Her wiha em spasiya hemû kesên ku rolek di vî warî de lîstiye dikin ji şêx, rûspî, rêveberî û leşkerên ku îro di bin banê vê konê de kom bûne ji bo ku bi xwe pirsgirêkên civaka me çareser bikin."

Piştî wê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Enwer Muslim axivî û spasiya şêx û rûspiyên her du êlên El-Bû Esaf û El-Hinade kir ji ber ku nakokiyên xwe derbas kirin. Muslim diyar kir ku li gel pêvajoya heyî ev lihevkirin,  ji tevahiya aliyên ku hewl didin yekitiya gel tê bibin û ewlehiya herêmê bihejînin re peyameke.

Ji aliyên xwe ve endamê rêveber ê Desteya Edaleta Civakî ya herêma Firatê Bekir El-Ceradê, fermendarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xemîs û şêx êla El-Fedan Şêx Mişel Ebû Dahiye serkeftina lihevanînê û kedên ku hatine dayîn spas kirin û hêvî kirin ku giyana biratiyê û hezkirinê di navbera tevahiya civaka sûrî de belav bibe.

Di dawiya de rûspiyên her du êlan hev du hemêz kirin û tekez kirin ku nakokî bi dawî bûye. Piştî wê li gorî urf û adetên êlan xwarin ji beşdaran re hate dayîn.

(şx)

ANHA