Di bombebarana DYA’yê li başûrê Lîbyayê de 11 çete hatin kuştin

Fermandariya DYA’yê ya Afrîkayê ragihand ku roja çarşemê 11 çeteyên DAIŞ`ê di bombebarana bajarê Mezreq ê başûrê Lîbyayê de hatin kuştin.

Di bombebarana DYA’yê li başûrê Lîbyayê de 11 çete hatin kuştin
25 îlon, 2019   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya ku fermandariyê li ser malpera xwe ya fermî weşand de, destnîşan kir ku bombebaranê çeteyên DAIŞ`ê kirin hedef.

Li gorî fermandarê çalakiyan William Geller ku çalakî ji bo derbeyê li hewldanên çeteyan bixin pêk hatiye ku bêyî zirar bigihîje sivîlan.

Fermandariya DYA’yê roja înê ragihandibû ku di derbeya asmanî de, 8 kesên ku tê texmînkirin girêdayî çeteyên DAIŞ`ê ne, li nêzî Mezreqê hatin kuştin.