Navenda tenduristiyê ya Erîşa barê şêniyan sivik dike

Navenda tenduristiyê ya navçeya Erîşa ximzetguzariya şêniyên zêdetirî ji hezar û 200 rewşên nexweşiyê re di mehekê de dike û piraniya wan jî zarok in. Bi wê re jî barê şêniyan ji çûna navendên taybet sivik dike.

Navenda tenduristiyê ya Erîşa barê şêniyan sivik dike
Navenda tenduristiyê ya Erîşa barê şêniyan sivik dike
Navenda tenduristiyê ya Erîşa barê şêniyan sivik dike
Navenda tenduristiyê ya Erîşa barê şêniyan sivik dike
Navenda tenduristiyê ya Erîşa barê şêniyan sivik dike
Navenda tenduristiyê ya Erîşa barê şêniyan sivik dike
25 îlon, 2019   06:41
HESEKÊ-BASIM DEXÎL

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, navendeke tenduristiyê  ji gel re li navçeya Erîşa ya girêdayî kantona Hesekê di 2’yê Hezîrana 2018’an de, da ku xizmetî navçe û gundewarên wê bike, vekir. Li navendê alavên bijîşkî, dermanxane û kadroyên bijîşkiyê hene, da ku piştevaniya û xizmetê şêniyan bê pere bikin.

Piştî daxwazên şêniyên herêmê yên dabînkirina kadroyên bijîşkî û ji ber ku pêdiviya navendan bi kadroyan heye, Rêveberiya Xweser û Meclisa navçeya Şedadê gelek dewreyên hemşîretiyê vekirin. Hemşîreyên perwerde bi dawî kirine, li navendên herêmê hatin belavkirin. Jê jî navenda navçeya Erîşa ye.

Li rex pêşkêşkirina xizmet û piştevaniya bijîşkî ji tevahî şêniyên ku berê xwe didin navendê, navend xizmetan ji rewşên awarte re weke bûyerên trafîkê û birîndariyên bi guleyan, pêşkêş dikin. Piştre bi erebeyên ambulansê yên taybet vediguhêzin nexweşxaneyên gel ên li Hesekê.

Fatin Esed rêvebera navenda gel e wiha got: "Navend ji zêdetirî 32 gundewarên girêdayî navçeyê re 24 saetan bi dewamî, xizmetê pêşkêş dike."

Esed got hejmara nexweş û rewşên ku tên navendê di navbera mehekê de zêdetirî hezar û 200’î ye. Piraniya wan zarok in. Fatin Esed diyar kir ku hejmara zarokan heta zêdetirî 800’î di mehekê de tên navendê. 350 rewşên jinan in. Her wiha tên keşifkirin û derman ji dermanxaneya navendê bê pere tê pêşkêşkirin.

Dermanfiroşê li navendê Îsmaîl Elî bal kişand ser ku di dermanxaneya navendê dermanên rewşên awarte û dermanên zarokan hene. Piştî lênihêrtina ji hêla kadroya bijîşkî ve derman bê pere tê pêşkêşkirin.

Ji aliyê xwe ve jî şêniya bi navê Xewla Mihemed ji Erîşa spasiya rêveberiya navendê û kadroyên bijîşkî der barê xizmetên tên pêşkêşkirin ên tedawîkirina zarok û jinan de, kir.

(fr)

ANHA