Parêzer : Rêxistinên navdewletî ji tecrîdê berpirsyar in

Parêzerên navçeya Dirbêsiyê got rêxistinên mirovî ji tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, berpirsyar in. Parêzeran anî ziman ku binpêkirinên bi mafên Ocalan li dijî qaûnên navdewletî ne.

Parêzer : Rêxistinên navdewletî ji tecrîdê berpirsyar in
25 îlon, 2019   07:49
HESEKÊ-OLVA HAC MENSÛR

Dewleta dagirker a Tirk tecrîda girankirî li ser rêber Abdullah Ocalan didomîne, nahêle ne malbat û ne jî parêzer pê re hevdîtinan bikin.

Dewleta dagirker a Tirk bi qedexekirina hevdîtina parêzeran a bi miwekîlê xwe Ocalan re, tevahî qanûn û mîsaqên navdewletî binpê kirin. Lê Ocalan girtiyekî siyasî ye û di aliyê qanûnî de nabe parêzer an jî malbet ji hevdîtinê bên qedexekirin.

Endamê Yekitiya Parêzerên Herêma Cizîrê Hesen Misto got: "Girtina rêber Ocalan, beşek ji hovîtiya dewleta dagirker a Tirk e. Astengkirina azadiya Rêbertî jî binpêkirina mafên mirovahiyê ye. Ji lew re divê dewletên bangî mirovahiyê dikin, der barê doza rêber Abdullah Ocalan û serbestberdanê de, tev bigerin."

Hesen Misto anî ziman ku dewleta Tirk tecrîda girankirî li dijî Ocalan ferz kiriye, ji ber ku Ocalan ji destpêkê ve hewl dide demokrasiyê ji tevahî gelên bindest re pêk bîne. Misto da zanîn ku redkirina hevdîtina parêzer û malbatan a bi rêber Abdullah Ocalan re, delîlê zîhniyeta dewleta dagirker a Tirk a faşîst e û her wiha dide nîşankirin ku dewleta Tirk îtîrafê bi qanûnên navdewletî nake.

Misto got rêxistinên mirovahî ji binpêkirinên li girtîgeha Îmraliyê yên bi mafên rêber Abdullah Ocalan berpirsyar in. Misto wiha lê zêde kir: "Ji ber ku gelê Kurd bi fikr û felseya Rêbertî bi bawer e û vîna wê xurt e. Ji lew re em di wê baweriyê de ne ku serkeftin her tim a gelê Kurd û Rêbertî ye."

Ji aliyê xwe ve jî parêzer Mesûd Elî Mihemed got: "Dewleta dagirker a Tirk bi nepejirandina nêrîna li dijî wê, navdar e. Ji lew re tecrîda girankirî li dijî Rêbertî, ferz kiriye. Her wiha ji serkeftinên gelê Kurd metirsîdar e."

Mihemed anî ziman ku ew di wê baweriyê de ye ku azadiya rêber Ocalan êdî nêz bûye, ji ber ku gelên cuda yên mezlûm xwedî li fikr û felsefeya wî derketine. Mihemed di dawiya axaftina xwe de got ew parêzer dê li ser rêça Ocalan ku gel ji zilm û koletiyê rizgar kiriye, bin û dê xebatên xwe yên hiqûqî berdewam bikin heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan.

(fr)

ANHA