Di teqîna li Cindirêsê de 5 kuştî , 12 birîndar

Hate ragihandin ku di teqîna li kolana Yalankozê ya navçeya Cindirêsê ya Efrînê de 5 kes mirin û 12 jî birîndar bûn.

Di teqîna li Cindirêsê de 5 kuştî , 12 birîndar
24 îlon, 2019   15:22
EFRÎN

Îro di saetên nîvro de teqîneke li kolana Yalankozê ya navçeya Cindirêsê ya Efrînê rû da.

Çavkaniyan ji navçeyê diyar kirin wesayîteke bombebarkirî hate teqandin, di encamê de 5 kes mirin û 12 jî birînar bûn.

Her wiha agir bi dikan û wesayîtên ket.

ANHA