Duyemîn dewriyeya hevbeş li Girê Spî

Di çarçoveya peymana mekanîzmaya ewlehiyê li sînor de îro hêzên DYA û Tirkiyê dewriyeya hevbeş li rojhilatê Girê Spî gerand.

Duyemîn dewriyeya hevbeş li Girê Spî
Duyemîn dewriyeya hevbeş li Girê Spî
Duyemîn dewriyeya hevbeş li Girê Spî
Duyemîn dewriyeya hevbeş li Girê Spî
24 îlon, 2019   10:47
GIRÊ SPÎ

Ji bo pêkanîna pêvajoyên peymana têkildarî mekanîzmaya ewlehiyê ku mîsogeriya ewlehiya sînorê Bakurê Sûriyê bi Tirkiyê re bike, îro duyemîn dewriyeya hevbeş di navbera hêzên DYA û Tirkiyê de li rojhilatê bajarê Girê Spî derket.

Dewriyeya hevbeş 5 km li hundirê xaka Sûriyê li rojhilatê bajarê Girê Spî geriya, ji gundê Mişrifê El-Ezo yê 15 km li rojhilatê Girê Spî ye.

Dewriye ji 3 erebeyên hêzên DYA’yê û 4 erebeyên artêşa Tirkiyê pêk hat, derbasî xaka Sûriyê bûn û 2 seatan man, paşê vegeriyan xaka Tirkiyê.

Derketina dewriyeyan, ji bo pêkanîna pêvajoyên peymana mekanîzmaya ewlehiyê ya di navbera QSD û Tirkiyê de bi navbeynkariya DYA’yê pêk hat.

Li gorî peymanê, QSD tevî çekên xwe bi firehiya 5 heta 14 km ji nuqteyên xwe yên sînor ên di navbera bajarê Serêkaniyê û Girê Spî de vekişe û hemû mewziyên leşkerî hilweşînin û nuqteyan radestî meclisên leşkerî yên Girê Spî û Serêkaniyê bikin.

Dewriyeyên hevbeş li wan nuqteyên ku QSD jê vekişiya û radestî Meclisa Leşkerî ya Girê Spî kirine, digere.

(jo)

ANHA