Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêber Ocalan ji bo bi muvekilê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
24 îlon, 2019   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Raziye Turgut, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahim Bîlmez, bi boneya bi muvekilê xwe Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê dimîne re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di 2'ê Gulan, 22'ê Gulan, 12'ê Hezîran û 18'ê Hezîranê û herî dawî di 7'ê Tebaxê de bi Ocalan re hevditin kiribûn.