Stasyona avê ya nû ya Deşîşayê pêdiviya 20 hezar kesan dabîn dike

Bajarokê Deşîşa di demeke berê de di gelek astengiyên ava vexwarinê bi sedema şorbûna ava bîran û kêmbûna stêran re derbas bû. Lê belê stasyona nû ya avê pêdiviya zêdetirî 20 hezar şêniyan dabîn kir.

Stasyona avê ya nû ya Deşîşayê pêdiviya 20 hezar kesan dabîn dike
Stasyona avê ya nû ya Deşîşayê pêdiviya 20 hezar kesan dabîn dike
Stasyona avê ya nû ya Deşîşayê pêdiviya 20 hezar kesan dabîn dike
Stasyona avê ya nû ya Deşîşayê pêdiviya 20 hezar kesan dabîn dike
23 îlon, 2019   07:07
HESEKÊ-BASIM DEXÎL

Piştî azarên şêniyên Deşîşa û gundewarên wê ji kêmbûna ava vexwarinê, astengiya gihandina stêran û daxwaza vekirina stasyona paqijkirina avê, Rêveberiya Xweser stasyona 4’emîn li Deşîşa vekir. Ya yekemîn li Hol, duyemîn û sêyemîn li navçeyên Erîşa û Ebdan hatin vekirin.

Stasyona ku Meclisa kantona Hesekê vekiriye, di saetekê de zêdetirî 6 metrekabik avê derdixe.

Rêveberê Gerînendetiya Avê ya Hesekê endezyar Abdurehman Xerbî bal kişand ser ku Rêveberiya Xweser li ser dabînkirina ava vexwarinê ya ji herêmên başûr re dixebite û hewl dide pirsgirêka avê çareser bike. Her wiha jî Xerbî tekez kir ku stasyona Deşîşa dixebite û enerjiya wê ya berhemdayînê zêdetirî 6 metrekabik di seatekê de ye.

Xerbî diyar kir ku stasyonê pêdiviya zêdetirî 20 hezar şêniyan dabîn dike. Stasyon amade ye stêran tijî bike û avê ji şêniyan re veguhêze.

Li aliyekî dîtir jî Muhsin Abdullah ji şêniyê bajarokê Deşîşa da zanîn ku berê pir azar der barê ava vexwarinê, kêmbûna stêran û bihabûna avê de dikişandin. Her xizaneyek 5 bermîl bihayê wê gihaşt 4 hezar lîreyên Sûriyê.

Xidir Yûnis ji şêniyê bajarok e û spasiya Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina krîzê û bersivdana bangên şêniyan di dema guncaw de kir, ji ber ku bi sedema şer ji hêla komên çeteyan ve pir xirabî û wêrankirin li herêmê pêk hatin.

(fr)

ANHA