Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê şevbêrkeke hunerî

Meclisa Jinên Sûriye bi hevkariya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê şevbêrkeke hunerî li bajarê Hesekê li dar xist.

Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê şevbêrkeke hunerî
Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê şevbêrkeke hunerî
Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê şevbêrkeke hunerî
Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê şevbêrkeke hunerî
Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê şevbêrkeke hunerî
22 îlon, 2019   18:26
HESEKÊ

Şevbêrk li navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a bajarê Hesekê hate lidarxistin. Bi dehan şêniyên bajêr, Berdevka Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat û hejmarek helbestvan û rewşenbîr beşdarî şevbêrkê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê helbestvan Henaa Dawid a ji bajarê Hesekê, Bêrîvan Faris a ji Amûdê, Anahîta Sîno ya ji Serêkaniyê û Meryem Temir a ji bajarê helbest xwendin.

Hunermend Şêrko Emîn berhemên mûzîkê pêşkêş kirin. Di dawiyê de  her wiha xuşka û bira Siwar Hesen û Alîza Hesan li amûrên "Cello û Oud" dan.

ANHA