Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê dest pê kir

Îro Konferansa Duyemîn a Yekitiya Rewşenbîrên Minbic û Gundewarên Wê bi dirûşma “Çand sembola nirx û şaristaniyê ye” li Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê dest pê kir.

Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê dest pê kir
Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê dest pê kir
Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê dest pê kir
Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê dest pê kir
Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê dest pê kir
Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê dest pê kir
Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê dest pê kir
Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê dest pê kir
21 îlon, 2019   11:42
MINBIC

Endamên saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, helbestvan, rewşenbîrên Kurd, Ereb, Tirkmen û Çerkes tev li konferansê bûn.

Li hola konferansê, wêneyên şehîd Hena Şerif, her wiha wêneyên helbestvanên Minbicê hatin daliqandin.

Piştî dîwan hate hilbijartin, bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê, Cahid Hesen axivî û diyar kir ku wan beşek ji erdnîgariya Sûriyê rizgar kirine, lê planên wan ji bo avakirin û pêşketina civakê hene.

Têkildarî mekanîzmaya ewlehiya sînor, Cahid Hesen wiha got: “Mekanîzmaya parastina sînor armanc dike ku herêmê biparêze û rê li pêşiya dagirkirina herêmên me were girtin. Me kûrahiya vê mekanîzmayê heta 5 km erê kir. Di aliyê leşkerî yan jî siyasî yan jî dîplomatîk de me wekî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gavên mezin avêtin.”

Têkildarî rewşa Idlibê jî, Hesen got: “Mijara Idlibê veguherî mijareke navneteweyî û ne girêdayî aliyên ku li Idlibê hene. Idlib girêdayî hevsengiyên navneteweyî ne û texmîn dikin ku wê mijara Idlibê wê heta demeke din dirêj bike.”

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran Ehmed Yûsif, yek ji rêveberên Meclisa Jinan Hela Hesen û endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbic û Gundewarên Wê Kefa Elî der barê girîngiya konferansê de axivîn.

Her wiha nameyên pîrozbahiyê jî hatin xwendin û piştre rapora salane ya yekitiyê hate xwendin.

Konferans bi nîqaşan dewam dike.

(kc)

ANHA