Di çarçoveya peymana ewlehiya sînor de gelek mewziyên li Girê Spî hatin hilweşandin

Dewriyeyeke hevbeş a hêzên ewlehiya sînor ên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Girê Spî û hêzên DYA’yê derketin û mewziyên leşkerî yên li nuqteyên ku QSD jê vekişiya û radestî Meclisa Leşkerî ya Girê Spî kir, hilweşandin.

Di çarçoveya peymana ewlehiya sînor de gelek mewziyên li Girê Spî hatin hilweşandin
Di çarçoveya peymana ewlehiya sînor de gelek mewziyên li Girê Spî hatin hilweşandin
Di çarçoveya peymana ewlehiya sînor de gelek mewziyên li Girê Spî hatin hilweşandin
Di çarçoveya peymana ewlehiya sînor de gelek mewziyên li Girê Spî hatin hilweşandin
Di çarçoveya peymana ewlehiya sînor de gelek mewziyên li Girê Spî hatin hilweşandin
21 îlon, 2019   10:54
V

Dewriyeyeke hevbeş a hêzên ewlehiya sînor ên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Girê Spî û hêzên DYA’yê îro sibehê derket û mewziyên leşkerî yên li nuqteyên ku QSD jê vekişiya û radestî Meclisa Leşkerî ya Girê Spî kir, hilweşandin.

Gelek xendekên di Nuqteya El-Mesref a li aliyê bakurê bajarê Girê Spî hilweşandin. Hîna xebata hilweşandinê li nuqteyê didome û tê payîn ku dewriye xebatên hilweşandinê li nuqteyên din jî dewam bike.

Ev yek di çarçoveya peymana ewlehiya sînor de pêk tê ku QSD û Tirkiyê bi navbeynkariya DYA`yê li serê li hev kir.

Peyman li ser bingeha ku QSD ji xeta sînorê di navbera bajarê Serêkaniyê û Girê Spî bi dirêjiya 5 km vekişe û radestî meclisên leşkerî yên herêmî bike û hilweşandina mewziyên ku berê li herêmê hatin avakirin, pêk tê.

Yekemîn dewriyeya hevbeş di navbera DYA û Tirkiyê de li rojhilatê bajarê Girê Spî di 8`ê Îlonê de pêk hat da ku mekanîzmaya pêkanîna peymanê pêk bîne.

(jo)

ANHA