Pasdarên Îranê gefa şerekî giştî xwar

Artêşa Pasdaran a Îranê hişyarî da aliyên ku êrîşî welatê wan bikin û îşaret bi gefên DYA`yê yên li dijî Îranê kir.

Pasdarên Îranê gefa şerekî giştî xwar
21 îlon, 2019   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Artêşa Pasdaran a Îranê general Hisên Selamî îro got çi kesên êrîşî welatê wan bikin, ew ê wan ceza bikin û hewl bidin wan tune bikin.

Daxuyaniyên Hisên Selamî piştî êrîşên li dijî bîrên petrolê yên Siûdiyê hatin ragihandin. Tê zanîn ku Washington û Riyadê Tehran tawanbar kiribû.

Hisên Selamî bi daxuyaniyekê ku kanala fermî ragihand, eşkere kir ku hişyar bin, êrîşên sînordarkirî dê sînordarkirî nemînin û ew ê cezayan bibirin.

Têkildarî êrîşên ku komên Hûsiyan ên Yemenê girtin ser xwe, Îranê berpirsyariya xwe tê de red kir.

(eh)