Stasyona ku 25 hezar donim erd av dide, sererast bû

Piştî xebata 3 mehan Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Gel a Hecînê stasyona avdaniyê ku 25 hezar donim zeviyên çandiniyê av dide, sererast kir.

Stasyona ku 25 hezar donim erd av dide, sererast bû
Stasyona ku 25 hezar donim erd av dide, sererast bû
Stasyona ku 25 hezar donim erd av dide, sererast bû
17 îlon, 2019   10:11
DÊRAZOR

Bi alîkariya Meclisa Sivîl a Dêrazorê, Komîteya Çandiniyê ya bajarokê Hecînê stasyona avdaniyê li bajarok sererast kir.

Stasyon, tekane stasyon e ku li bajarok dixebite, 25 hezar donim zeviyên çandiniyê yên Hecînê av dide, lê zeviyên din bi rêya jeneratorên taybet ên li ser bîrên avê tên avdan.

Stasyon 2 salan xirabe bû, vê yekê bandoreke neyînî li jiyana şêniyan dikir, her wiha çeteyên DAIŞ`ê jî nedihişt bê çêkirin. Lê piştî rizgarkirina herêmê, Meclisa Sivîl a Dêrazorê gelek destkeftiyên di aliyê xizmetguzarî û çandiniyê de pêk anîn.

Hevserokê komîteyê Cindî Temê got di stasyonê de 6 defiş hene, dê 3 defiş rojane 3 saetan bixebitin, paşê bê girtin û dest bi bikaranîna 3 defişên din bikin. 

Hêjayî gotinê ye ku zeviyên çandiniyê li Hecînê 85 hezar donim in, jê 25 hezar donim ji stasyona ku hate sererastkirin tê avdan û xebata sererastkirina stasyonan ji bo avdana hemû zeviyên Hecînê didome.

(jo)

ANHA