Rêveberiya Xweser rewşa dibistanan dişopîne

Bi armanca şopandina rewşa perwerdeyê li dibistanan, îro şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana gelek dibistanên bajarê Qamişlo kir.

Rêveberiya Xweser rewşa dibistanan dişopîne
Rêveberiya Xweser rewşa dibistanan dişopîne
Rêveberiya Xweser rewşa dibistanan dişopîne
Rêveberiya Xweser rewşa dibistanan dişopîne
Rêveberiya Xweser rewşa dibistanan dişopîne
Rêveberiya Xweser rewşa dibistanan dişopîne
Rêveberiya Xweser rewşa dibistanan dişopîne
Rêveberiya Xweser rewşa dibistanan dişopîne
17 îlon, 2019   09:33
QAMIŞLO

Îro şandeyek ji Rêveberiya Xweser ji hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Tilet Yûnis, hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Semîra Hec Elî serdana gelek dibistanên bajarê Qamişlo kir.

Şandeyê rewşa dibistanan, mamosteyên ku xebata perwerdeyê dikin û zehmetiyên ku beramberî wan tên, şopandin.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Semîra Hec Elî wiha got: "Armanca serdanê ew e ku bi destpêkirina sala nû ya xwendinê rewşa perwerdeyê bibînin û zehmetiyên ku beramberî saziyên perwerdeyê ji kêmbûna pirtûkan, çapkirina pirtûkan û ferzkirina mamosteyan li gorî beşên wan derbas bikin."

Rêveberiya Xweser û desteyên wê, di demeke kurt de karekî mezin di aliyê perwerde û fêrkirinê de pêk anî, branşên xwendinê ji xwendekarên amadehiyê re amade kirin, her wiha gelek peymangeh, akademî û zanîngeh li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekirin.

Li herêma Cizîrê 230 hezar û 489 xwendekar li 2 hezar û 225 dibistanên seretayî, navîn û amadehî dixwînin.

(jo)

ANHA